Saziyên Dersîmê zilma dewletê dixin rojeva meclîsê
Saziyên Dersîmê, zilma dewleta Tirk ku di bin navê Rewşa Awarte de li Dersîmê gihîştiye asta herî bilind, dixin rojeva meclîsê.
Saziyên Dersîmê, zilma dewleta Tirk ku di bin navê Rewşa Awarte de li Dersîmê gihîştiye asta herî bilind, dixin rojeva meclîsê.
Encamê Desteya Rêveber a Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê Mehmet Soylû da xuyakirin, ku Rewşa Awarte ne li dijî FETO li dijî gelên Tirkiyeyê hatiye ragihandin. Soylû diyar kir, zexta dewletê ya li Dersîmê bi Rewşa Awarte re gihîştiye asta herî bilind û got, "Hemû rêyên li Dersîmê bi bahaneya Rewşa Awarte bi bendên polîs û leşkeran hatine girtin. Gelê Dersîmê, mîna ku ji sînorê welatekî biyanî derbas bibe, di kontrola nasnameyê û lêgerînê re tê derbaskirin."
DEWLETÊ DOR LI GEL GIRTIYE
Soylû da zanîn, rewşa heyî ji Rewşa Awarte ya sala 1994'an jî dijwartir e û got, "Dibe ku di sala 1994'an de me xwarina xwe bi belgeyê digirtin, lê belê qada me ya jiyanê di vê astê de nehatibû talankirin. Niha, tevî jiyana me, xwezaya me jî li pêş çavan tê tinekirin. Dema em hewl didin şewata li daristanên xwe vemirînin, ev yek jî weke sûcekî tê dîtin. Ji ber ku derketina zozanan qedexe ye, em nikarin heywanên xwe biçêrînin. Mirovên bi karê mêşên hingiv re mijûl in, neçar dimînin ji çiyê dakevin. Dewletê dor li qada me ya jiyanê girtiye. Di bin navê 'têkoşîna li dijî terorê' de zilm û zordarî li gel tê kirin. Bi panzeran pê li mirovên me dikin. Mamosteyên me ji kar tên derxistin. Şaredariyên me bi rêya qeyûm tên desteserkirin."
Soylû destnîşan kir, ku ji şewitandina daristanan heta avakirina HES'an dewlet ji bo Dersîmê ji mirovan xalî bike, êrîşeke bi rêk û pêk dimeşîne û anî ziman, Plana Şark Islahat hê jî li dijî Kurdan û Elewiyan tê meşandin.
'EM YEK JÎ BIMÎNIN...'
Soylû ragihand, dem hatiye ew li ber vê rêveçûnê rabin û diyar kir, weke saziyên Dersîmî ew ê zilma dewletê piştî cejnê bixin rojeva Meclîsê. Soylû got, "Eger dewlet bi çavê gelê xwe li gelê Dersîmê dinêre, hingî bila li gorî vê yekê jî tevbigere." Soylû da xuyakirin, ku ew ê li pêşberî polîtîkayên qirkirinê bêdeng nemînin û kesek jî bimîne, ew ê têkoşîna xwe mezin bikin.