Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken li Konseya Ewropayê (KE) û Parlamenta Ewropayê (PE) hin hevdîtin kir.
Balûken der barê van hevdîtinan de agahî da ANF'ê û diyar kir, ku di hevdîtinan de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye rojevê.
Balûken da xuyakirin, ku wan ji rayedarên KE û PE re gotine, divê AKP a bi awayê antî demokratîk tevdigere were teşhîrkirin û zext lê bê kirin. Balûken her wiha diyar kir, ku wan ji rayedaran xwestine, heyetan bişînin Tirkiyeyê.
Îdrîs Balûken da zanîn, vegera li 'pêvajoya çareseriyê' dikare bibe gaveke erênî û anî ziman, rayedarên KE û PE jî hevdîtina dawî ya malbatê bi Ocalan re kir, girîng dibînin. Balûken da xuyakirin, ku rayedar meraq dikin bê hikûmet bersiveke çawa bide nêzîkatiya 'projeyên me yên çareseriyê amade ne' ya Ocalan û got, "Me ji wan re ragihand, ku roja ev mesaj hat dayîn, şaredariyên me hatin desteserkirin û nîşaneya êrîşên nû li dijî wekîlan hatin dayîn."
'HEVDÎTINA BI MALBATÊ RE TÊRÊ NAKE'
Parlamenterê HDP'ê Balûken diyar kir, hevdîtina bi malbatê re têrê nake û wiha dewam kir: "Di hevdîtinan de me xwest tecrîd were rakirin û mercên muzakereyê bên afirandin. Hewl tê dayîn, rewşeke welê bê afirandin ku mîna hevdîtina bi malbatê re hemû pirsgirêk çareser kiriye, nîşan bidin. Ev nêzîkatiyeke gelekî şaş e. AKP hewl dide raya giştî ya navneteweyî jî bixapîne. Hevdîtina bi malbatê re, ji bo agahîgirtina ji ewlekarî û tenduristiya Birêz Ocalan gelekî girîng e, lê belê me ji rayedaran re gotin, ku hevdîtinên hiqûqî û rûtîn ên malbatê hê jî tên astengkirin, destûra çûyîna parêzeran û heyeta siyasî nayê dayîn û tecrîd dewam dike."
Parlamenterê HDP'ê Îdrîs Balûken da zanîn, ku Ewropiyan ragihandin e ew zext û zordariya li Tirkiyeyê dişopînin û got, "Haya wan ji pêkanînên antî demokratîk ên li Tirkiyeyê heye. Di serî girtina rojnameya Ozgur Gundemê, dan xuyakirin, ku ew bêhiqûqiya li ser çapemeniya Kurd, çapemeniya azad dişopînin û destnîşan kirin, ku ev yek ji bo demokrasiya welatekî ne ya qebûlkirinê ye."