Kurdistanî li Strasboûrgê li hev dicivin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo meş û mîtînga li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, li hev dicivin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo meş û mîtînga li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, li hev dicivin.
Li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û gelek saziyên Kurd ên li Ewropayê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rabûna li ber pêkanînên faşîzan ên AKP'ê û naskirina statuya Şengalê, îro li Strasboûrgê meş û mîtîngek tê lidarxistin.
Ji danê sibehê ve Kurdistanî li Place de la Boûrse li hev dicivin, ku wê ji vir bimeşin. Tê payîn, meş saet di 11:00 de destpê bike. Hê jî Kurdistanî ji bajar û welatên derdorên tên qada meşê.
Meşa ku wê ji ber şaredariya bajarê Strasboûrgê dest pê bike, wê heta Place de Kleber dewam bike û li vê meydanê jî mîtîng were lidarxistin.