Qalik 'Artêşa Azad' e, dendik DAIŞ e
Beşeke girîng a komên çete, ku Tirkiye wan bi navê 'Artêşa Azad' pêşkêş dike, endamên DAIŞ'ê ne. Dîmen û belgeyên bi dest ketine, nîşan didin ku Tirkiye endamên DAIŞ'ê vedişêre.
Beşeke girîng a komên çete, ku Tirkiye wan bi navê 'Artêşa Azad' pêşkêş dike, endamên DAIŞ'ê ne. Dîmen û belgeyên bi dest ketine, nîşan didin ku Tirkiye endamên DAIŞ'ê vedişêre.
Dewleta Tirk a ji aliyê AKP'ê ve tê birêvebirin, di dema dagirkirina Cerablûsê de hêza xwe ya çeteyan bi navê 'Artêşa Azad' pêşkêşî cîhanê kir. Lê belê di nava van komên çete yên bi navê cuda de, ku di bin sîwana MÎT'ê de gihîştine hev, piraniya wan endamên DAIŞ'ê ne. Hin endamên DAIŞ'ê yên ji çapemeniya cîhanê re axivîn, bi rengekî vekirî bal kişandin ser hebûna xwe ya li Cerablûsê. Tevî vê yekê jî dewleta Tirk hewl dide qada dagikirî berfireh bike. Belgeyên ketin destê hêzên Rojava, nîşan didin bê hin endamên DAIŞ'ê bi çi rengî hatine veşartin.
REÎSÊ DAIŞ'Ê YÊ DADGEHÊ BÛ
Ahmed Xafûr ji gundê Ereb Êzê yê Cerablûsê ye, ku di navbera Cerablûs û Raî de ye. Tevî du pismamên xwe tevlî nava DAIŞ'ê bû. Dema ku DAIŞ li xeta Cerablûs, Raî û Ezazê serdest bû, serokatiya Dadgeha Şerîatê ya Cerablûsê dikir. Mehek beriya dagirkirina Cerablûsê ji aliyê dewleta Tirk ve, derbasî Tirkiyeyê bû. Serokê Dadgeha Şerîatê ya DAIŞ'ê, niha weke fermandarê Tûgaya Sûltan Mûrat a ji aliyê MÎT'ê ve hat avakirin, li Cerablûsê ye.
HEMÛ JÎ ENDAMÊN SEREKE YÊN SÛLTAN MÛRAT IN
Pismamê Ahmed Xafûr Mihemmed Xafûr jî yek ji endamên DAIŞ'ê bû. Mîna Mihemmed Xafûr ê ji gundê Ereb Êzê, pismamê wan Abdulxenî Xafûr jî yek ji dozgerên DAIŞ'ê bû. Her sê pismam endamên sereke yên Sûltan Mûrat in. Tirkiye wan weke 'Şervanên Artêşa Azad' pêşkêş dike.
BERPIRSYARÊ DAIŞ'Ê YÊ RAÎ
Di belgeyan de her wiha tê dîtin bê berpirsyarê DAIŞ'ê yê Raî bi 'mûcîzeya Tirk' çawa tê veguherandin. Berpirsyarê Raî Mihemed Kelhesen e, ku weke 'Cebon ê Raiyî' jî tê naskirin. Di dema amadekariyên dagirkirinê de derbasî Tirkiyeyê bû. Bi qasî mehekê li Tirkiyeyê ma û piştre dagirkirina Cerablûsê destpê kir. Kelhesen jî weke yek ji fermandarên koalîsyona çeteyan ku Tirkiye navê 'Artêşa Azad' lê dike, ji nû ve derbasî Cerablûsê bû. Hînê li nava Cerablûsê ye û mîna 'fermandarekî nû' kêf kêfa wî ye. Her kes dizane ku Mihemmed Kelhesen li herêmê bi sedan mirov êşandiye, dest daniye ser mal, milk û wesayîtên mirovan. Ji ber vê yekê li herêmê ji aliyê her kesî ve tê naskirin.
NAVÊN NÛ YÊN MALBATA CAFER
Di nava komên çete de, ku dewleta Tirk di bin navê 'Artêşa Azad' de piştî dagirkirina Cerablûsê berda nava Raî, yek ji endamên DAIŞ'ê jî malbata Cafer e. Caferiyên ji Raî, kujerên DAIŞ'ê bûn. Îsmaîl Cafer, Welîd Hecî Cafer û yê bi navê Ebû Hesen ê doçkayî tê naskirin, niha bi navên xwe yên nû 'xizmetên xwe' dewam dikin.
DI NAVBERA LEŞKERÊN TIRK DE NÎŞANEYA 'BOZKÛRT-GUR' DIKE
Zekeriya Walîd ê ji gundê Şivêrin ê Ezazê jî, yek ji endamên DAIŞ'ê ye. Dema DAIŞ'ê dest bi dagirkirina xeta Ezaz, Raî û Cerablûsê kir, ji sala 2013'an û vir ve di astên cuda de li nava DAIŞ'ê tev geriya. Zekeriya Walîd li derdora Şivêrin û Ezazê ji aliyê her kesî ve tê naskirin. Di nava dokûmanên bi dest ketine, wêneyên Zekeriya Walîd jî hene. Di wêneyekî de Walîd di navbera du leşkerên Tirk de nîşaneya 'bozkûrt-gur' dike.
MECÎT Û TAHA YÊN JI GUNDÊ CEKE
Macît Tapûş û Taha El Eşqer ji gundê Ceke yê Ezazê ne. Roja ku DAIŞ ket wê herêmê cihê xwe di nava DAIŞ'ê de girtin û heta ji wan hatin, li derdora Ezazê komkujî, talan kirin û mirov girtin. Niha jî alên Sûltan Mûrat li nava Cerablûsê tevî endamên berê yên DAIŞ'ê dihejînin. Ew niha endamên sereke yên Firqa Yekemîn e.
BERPIRSYARÊ XENDURA
Wêneyê berpirsyarê DAIŞ'ê yê Xendura, ku weke kurê Îbrahîm Salîh Hoca tê naskirin, gelek caran di saziyên çapemeniyê û medya civakî de hat weşandin. Ew berpirsyar jî êdî di nava 'Artêşa Azad' a dewleta Tirk de ye.
NIHA BERPIRSYARÊ EL HAMZA YE
Seyf Ebûbekir, ku weke yek ji fermandarên dagirkeriya Cerablûsê tê nîşandan, yek ji endamên DAIŞ'ê ye ku wextekê êrîşî hêzên Cephet El Ekrad kiribûn û gundên Şehbayê talan kiribûn. Ebûbekir, dema gundê Qibbesin ê Şehbayê ji aliyê DAIŞ'ê ve hat dagirkirin, li cem emîrê DAIŞ'ê disekinî ku hingî vî emîrî belavok dixwend. Niha berpirsyarê çeteya El Hamza ye ku di nava Sûltan Mûrat de yek ji komên herî bi bandor e. Weke fermandarê dagirkeriyê radibe. Mîna van hê bi dehan kes hene. Ji xwe ma ne endamekî DAIŞ'ê gotibû, 'Em ji Cerablûsê venekişiyan, me bi tenê riya xwe qusand'. Hin ji wan jî pêwîstî pê nedîtin ku riya xwe bibirin.