Li Stenbolê darbeya AKP’ê hate protestokirin: Em ê teslîm nebin!

Girseya di pêşengiya HDP û HDK’ê de li hev kom bû, darbeya AKP/Qesrê ku bi rêka qeyûman dike, protesto kirin. Di çalakiyê de peyam hatin dayîn ku wê berxwedan bê mezinkirin û li ber vê darbeyê çok neyê şikandin, wê xwedî li şaredariyan bê derketin.

Bi sedan kesên ku di pêşengtiya rêxistinên HDP û HDK’ê yên Stenbolê de li hev kom bûn, tayînkirina qeyûman a ji bo 24 şaredariyên DBP’î protesto kirin. Di çalakiyê de wekîlên HDP’î Huda Kaya û Fîlîz Kerestecîoglû, Hevserokên HDP’a Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel jî amade bûn.

Girseyê ku pankarta “Şaredarî yên gel in, em qeyûmên darbekar nas nakin” vekir, dirûşmeyên “Ji Darbeyan Re Na, Şaredarî Yên Gel In”, “Destên Dirêjî Îradeya Min Bibin Bişkên”, “Silav Silav Ji Îmralî Re Hezar Silav”, “Zext Nikarin Me Bêzar Bikin”, “Li Dijî Faşîzmê Mil Bi Mil” berz kir.

‘EM Ê XWEDÎ LI ÎRADE, NASNAME, RÛMETA XWE DERKEVIN!’

Di çalakiyê de destpêkê Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Stenbolê Dogan Erbaş axivî, cejna her kesî pîroz kir, destnîşan kir ku biryara qeyûm li dijî îrade, hebûn, nasnameya gelê Kurd darbeyek giran a sivîl e.

Erbaş wiha axivî; “Heta ji vê biryarê vekişin, em ê kolanan vala nehêlin. Em ê xwedî li rûmet, îrade û nasnameya xwe derkevin.”

‘ EM Ê RÊVEBERIYA ŞAREDARIYAN BIDOMÎNIN’

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Kerestecîoglû jî bal kişand ser sepanînên darbeyê yên AKP’ê û got; “Hevşaredarên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin wê rêveberiya şaredariyan bidomînin.”

Kerestecîoglû bi bîr xist ku HDP’e di heman demê de partiyek jinê ye, bal kişand ku li ser vî esasî tayînkirina qeyûman dijminahiya bi jinê re jî ye.

Kerestecîoglû got wê li dijî darbeya AKP’ê li ber xwe bidin, xwest ku hevserokên HDP’ê û rêveberên bajarê Yozgatê yên binçavkirî bêne berdan.

 ‘BI SERJÊKIRINA HEYWANAN HÛN NIKARIN XWE NÊZÎ XWEDÊ BIKIN!’

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Kaya jî wiha axivî; “Yên difikirin ku bi serjêkirina bi hezaran heywanî xwe nêzî Xwedê dikin, yên zalim ji we re dibêjim; eger hûn xwedî li doza mirovahiyê derkevin, xîtabî wijdanê mirov bikin, rêzê li ber fikrên wan bigirin, li beramberî mafên wan ên jiyanê rêzdar bin, edaletê bidin xebitanin, hezkirinê belav bikin, wê demê dikarin nêzî Xwedê bibin. Bi serjêkirina heywanan wê cejn nebe cejn. Jixwe ti pêdiviya Xwedê jî bi cejnek wisa nîne.”

‘EM Ê BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN’

Piştî axaftinan, li ser navê Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Sabahat Erdogan daxuyanî xwend û ev peyam da: “Yên nikarîbûn bi hilbijartinan bigirin, b i darbeyê difikirin ku wê bi dest bixin, lê wê li beramberî berxwedana demokratîk a gelê me têk biçin.” Erdogan herî dawî ev bi lêv kirin; “Gelê me ev çeperên ku bi berxwedanek mezin girtine, ti carî teslîm nake. Em ê kîlîtbûna li dora şaredariyên me û berxwedanê mezin bikin.”

...