Têkoşîn, têkoşîn, têkoşîn!
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Aştî û çareserî tenê bi têkoşînê pêk tê... Ji bilî têkoşînê kî qala tiştekî din bike, ev yek wê xizmetê ji armancên qirkirin û mêtîngerî re bike."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Aştî û çareserî tenê bi têkoşînê pêk tê... Ji bilî têkoşînê kî qala tiştekî din bike, ev yek wê xizmetê ji armancên qirkirin û mêtîngerî re bike."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di gotara xwe ya li rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka de, ev tespît kir:
"Di dîroka cîhanê de lîderekî mîna Tayyîp Erdogan ku zilma xwe bi awayeke vekirî îtiraf dike heye an na, nayê bîra me. Tayyîp Erdogan êdî bêyî ku veşêre dibêje ku ew ê gelê Kurd tine bike. Hin alçaxên wî yên Kurd jî her çiqas hewl bidin rûyê faşîst ê Tayyîp Erdogan veşêrin jî, Tayyîp Erdogan van rûpoşan radike û davêje. Dibêje ez ê Kurdan tine bikim. Dibêje li ser vê axê ji bilî Tirkan neteweyek, îradeyeke siyasî û rêveberiyek nikare bijî. Her roj dibêje yek, yek, yek û diyar dike ku wê îradeya siyasî ya Kurdan û Kurdistanê nas neke û bi vî awayî feraseta xwe radixe ber çavan. Ji xwe daxuyaniyan didin û dibêjin ku heya gerîlayek jî nemîne wê vî şerî bidomînin.
Divê ti kes ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji desthilatdariya AKP’ê nekeve nav hêvî û bendewariyan. Piştî pêkanîn û daxuyaniyên ku tên kirin hêviya ku wê desthilatdariya AKP’ê gavan bavêje, xwe xapandin e. Eger desthilatdariya AKP’ê dibêje ku ez ê bi hevkarên xwe yên faşîst re tine bikim, koka wan biqelînim, divê mirov nekeve nav xefletê û sist nebe. Ji bilî têkoşînê, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd ne mimkûn e. Bersiva ku bi salan e vê desthilatdariyê daye hewldanên Rêber Apo li holê ye. Di vê heyamê de, ji heyamên borî zelaltir dixwazin ku vîna gelê Kurd bişkînin. Bi şikandina vînê re dixwazin qirkirinê temam bikin. Ev zelal e, divê ti kes nekeve dudiliyê. Biryar, armanc , helwest û pêkanînên dagirkeriya komkujer ev e.
Ya girîng ew e ku wê li hemberî vê rewşê helwesta gelê Kurd û hêzên demokrasiyê çi be! Divê ev were dîtin; pirsgirêka Kurd encax bi têkoşîna demokrasiyê û bi rêveberiyeke demokratîk dikare çareser bibe. Ji ber ku li Tirkiyeyê feraseta komkujer serdest e û ev polîtikaya dewlet û hikûmetê ye ne gengaz e ku bi partiyên siyasî yên heyî û bi desthilatdariya heyî re pirsgirêka Kurd çareser bibe. Ji ber ku pirsgirêk ne ji ber kêmbûn an jî zêdebûna daxwaza siyasî ye. Polîtikaya înkar û qirkirinê heye. Ji ber vê yekê jî encax bi têkoşîna demokrasî û azadiyê ku li Tirkiyeyê rêveberiyeke demokratîk derkeve holê wî demî dibe ev pirsgirêk çareser bibe. An na bi feraset û desthilatdariyek ku ne demokratîk e, ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Ji van desthilatdariyan helwesteke rasyonel nayê hêvîkirin. Ji ber vê yekê li hemberî van desthilatdariyan tenê û tenê têkoşîn tê xurtkirin. Heya ku ev rastî neyê fêhmkirin û li gorî vê rastiyê tevger pêş nekeve, di mijara azadî, demokrasî û aştiyê de tiştek nikare were kirin. Bendewariyên ji bilî vê rastiyê, xapandina xwe û xapandina gel e. Ev jî rê li ber dagirkeriya komkujer vedike ku polîtîkayên xwe bi rehetî û bê asteng bimeşîne.
Rêberê Gelê Kurd, di hevdîtina xwe ya dawî de jî diyar kir ku ger were xwestin pirsgirêka Kurd dibe ku di nav şeş mehan de çareser bibe. Ev rastiyek e. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd bêyî ku sînorên dewletan bixe pirsgirêk dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike. Vê jî, di çarçoveya demokratîkbûna Tirkiyeyê de wekî xweseriya demokratîk bi nav kir. Ev jî tê wateya xwecihîbûna demokrasiyê. Lê ev çareseriya maqûl li aliyekî, feraseta li Tirkiyeyê hebûna Kurd, azadiya ziman û çanda Kurd qebûl nake. Ji ber vê yekê jî, ji bo vîna azadiyê ya gel bişkîne hemû amûrên şer bi awayekî herî hişk bi kar tîne. Bi şerê qirêj û taybet dixwaze têkoşîna jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd ji kokê biqelîne.
Ev rastî jî nîşan dide ku li Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêka Kurd an bi hêzen demokrasiyê re bi pêkanîna demokratîkbûnê dibe, an jî wê gelê Kurd bi civaka demokratîk a rêxistinkirî çareseriya xwe ya demokratîk pêş bixe û biparêze. Ji xwe ev her du rastî jî bi hev ve girêdayî ne. Eger ev têkoşîna du alî were pêşxistin, wê hem Tirkiye demokratîk bibe hem jî pirsgirêka Kurd çareser bibe. Ji ber vê yekê bêyî ku ji desthilatdariya heyî hêvî bê kirin divê têkoşîn were bilindkirin.
Beguman her kes dixwaze ku bêyî zehmetî û şer çareserî pêk were. Tevgera Azadiyê ya Kurd, bi sebreke mezin ev ceriband lê çênebû. Tevgera Azadiyê helwesta herî maqûl nîşan da, lê nebû. Di vê rewşê de fikra ku wê azadî bêyî berxwedanê pêk were, xwe xapandin e. Ev tê wateya ku wê; tu serê xwe dirêjî kêra celadê dagirker bikî. Ji ber vê yekê bêyî ku têkoşîn were bilindkirin aştî jî nayê, jiyana azad û demokratîk jî bi dest nakeve.
Aştî û çareserî encax û encax bi têkoşîne pêk tê. Tayyîp Erdogan dibêje ku zilm û êrîşên ku heya niha hatin kirin destpêk e, sekn tine ye û em ê zêdetirê vê bikin. Ji ber vê yekê, kê ji bilî têkoşînê tiştek cuda dibêje ev xizmeta armancên dagirkeriya komkujer dike. Ji bo vê, divê tu kes guh nede gotinên aştiyê ku banga xurtkirina têkoşînê nake û ne di nav hewldana xurtkirina têkoşînê de ye. Her gotin û banga aştiyê têkoşînê xurt nake, ji bilî xefletê nayê ti wateyê. Ji ber vê yekê, divê ku kesên aştî û çareseriyê dixwazin tenê li têkoşîn, têkoşîn û têkoşînê bifikirin."