De Mîstûra: Yek ji xala lihevkirinê gihandina alîkariyê ya herêmane

Nûnerê Taybet ê NY Steffan de Mîstûra, tevî ku li Sûriyeyê agirbest heye, rexne kir ku çima alîkariyên mirovî ji bo Sûriyeyê naçe.

Mîstûra anî ziman ku hê jî kamyonên alîkariyê li Tirkiyeyê tên ragirtin, bi bîr xist gihandina alîkariya mirovî yek ji parçeya li hevkirina peymana di navbera Rûsya û DYE’yê de ye.

Şêwirmendê Tabet ê NY Jan Egelend û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê û Neteweyên Yekbûyî yê Steffan de Mîstûra li navenda Cenevreyê têkildarî kamyonên alîkariyê yên ku ji bo Sûriyeyê bê şandin daxuyaniya çapmeniyê li dar xistin.

DE MÎSTÛRA: ALÎKARÎ PARÇEYEK JI AGIRBESTÊ YE

De Mîstûra destpêkê axivî û diyar kir ku kamyonên alîkariyê yên ku ji bo Sûriyeyê diçin ji ber sedemên bîrokratîk hê jî li Tirkiyeyê tên ragirtin, alîkariya mirovî ya ji bo Sûriyeyê di çarçoveya agirbestê de hatiye pêk anîn.

Mîstûra wiha got: “Kamyonên alîkariyê bi awayekî amadekirî li Tirkiyeyê tên ragirtin. Li gorî lihevkirina ku hatiye kirin divê kamyonên alîkariyê bi awayekî bi ewle bigihije cihê ku pêwîstî bi alîkariyê heye. Mîstûra ji bo ku kamyonên alîakariya mirovî bi ewle bigihijin cihê pêwîst netemabûna karên bîrokratîk rexne kir.

Mîstûra bi bîr xist ku li herêmê bi hezaran mirov pêwîstî bi alîkariyê heye, ji bo ku kamyonên alîakiyê bigihijin cihê xwe divê NY bang li hêzên berpirsyar bike.

EGELAND: KARÛBARÊN BÎROKRATÎK TEMAM BIKIN

Şêwîrmendê taybet ê De Mîstûra Jan Egeland jî diyar kir ku ji ber agirbesê li hermê kêm jî ber aramiyek ber bi çav xuya dike. Egaland anî ziman ku kamyonên alîkariya mirovî ragirtina wê ya hê jî li Tirkiyeyê rewşekî xirabe, bal kişad ser mirovên mihtacî alîkariyê. Egalan bang li aliyan kir û wiha got: “Astengiyên bîrokratîk rakirin. Ji bo derbasbûna kamyonên alîkariyê heta ku belgeyên femî negihijin destê me ne mimkûne ku bikevin rê. Van astengiyan rakin.