Endamê Meclîsa DBP’ê Bayram Demîrhan hate girtin

Endamê Meclîsa DBP’ê Bayram Demîrhan ji hêla dadgeha li Wanê hate girtin.

Endamê Meclîsa Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Bayram Demîrhan di têketina navçeya Westan a Wanê êvara 7’ê Îlonê li nuqteya kontrolê ya polîsan hate binçavkirin û piştî karûbarên li dozgeriyê careke din di derketina edliyeyê de hate binçavkirin, piştî karûbarên li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr sewqî Edliyeya Wanê hate kirin. Demîrhan ê îfade da dozgeriyê, bi îdîaya “Endamê Rêxistinê ye” sewqî dadgehê hate kirin û bi heman îdîayê hate girtin.

Demîrhan şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa M a Wanê.