NY: ‘Têkoşîna bi terorê re’ nabe hinceta windakirinan û înfazan

NY, bang li Tirkiyeyê kir ku Hevpeymana Windakirinên Bi Zorê îmze bike, destnîşan kir ku ‘têkoşîna bi terorê re’ nabe hinceta înfazan û windakirinan.

33. Rûniştinên Meha Îlonê ya Mafên Mirovan a NY di roja 3’yemîn de  didome. Di rûniştinên îro de Komxebata  Windakirinên Bi Zorê ya NY rapora xwe ya piştî ziyareta Tirkiyeyê amade kiribûn pêşkêş kirin.

Rapora Serokê Komxebata Windakirinên Bi Zorê ya NY Hoûrîa Es-Slamî balek mezin kişand ser xwe. Ragihand ku belge gihiştine ber destên wan ku jinên Êzîdî yên ji hêla DAÎŞ’ê dîl hatine girtin, li Tirkiyeyê hatine firotin.

Slamî got 14-18’ê Adarê dema serdana Tirkiyeyê de xwestine bi rayedarên wezaretan re baxivin, lê wezîr nehatine hevdîtinê, ragihand ku domahiya ziyaretê de bûne şahidên operasyonên leşkerî yên li herêmê.

‘BÛYERÊN ÎRO DIŞIBIN ÊN SALÊN 90’Î’

Slamî bi bîr xist ku piştî pêvajoya aştiyê dîsa li Tirkiyeyê pêvajoyek şerî dest pê kiriye, bal kişand ser qedexeyên kolanan. Slamî got bûyerên dawî yên li Tirkiyeyê dişibin ên salên 1998’an ku ketine raporan.

Slamî destnîşan kir ku nayê qebûlkirin ku dewleta Tirk bi sedema ewlehiyê têkoşîna bi terorê re esas werbigire û binpêkirinên mafên mirovan paşguh bike, diyar kir ku divê Tirkiye li gor qanûnên navneteweyî tevbigere.

PIRANIYA KESÊN KU DI BIN ÇAVAN DE HATINE WINDAKIRIN…

Slamî bal kişand ser ew kesên ku dema binçavkirî ne hatine windakirin, îfade kir ku îdîaya 202 kesên winda ya berê û aqûbeta 79 windahiyên nû ji rayedarên Tirk re pirsî ne. Got piraniya kesên ku hatine windakirin ew kes in ku bi endamtiya PKK’ê tên sûcdarkirin, piştî serdegirtinê jî yên binçavkirî ne. Slamî, her wiha ragihand ku di nav van kesan de rojnamegerên mûxalîf û endamên partiyan hene.

TÊKOŞÎNA BI TERORÊ RE NIKARE BIBE HINCETA WINDAKIRIN Û ÎNFAZAN

Slamî got “têkoşîna bi terorê re nikare bibe hinceta windakirin û înfazan’, diyar kir ku dema serdanê de li ser bûyerên li herêmê bi awayekî cîdî nerehet bûne. Slamî bi lêv kir ku mirov nikarin bigihêjin parçeyên xizmên xwe yên di şer de hatine windakirin.

Li gel vê jî Slamî da xuyakirin ku di dest wan de belge hene ku jinên ji hêla DAÎŞ’ê dîl hatine girtin, li Tirkiyeyê hatine firotin, bal kişand ku piştî êrîşa Şengalê ji ser pişta mirovên ku xwe avêtine Tirkiyeyê bazirganiya mirovan pêş ketiye.

Slamî îfade kir ku pêwîst e dewleta Tirk têkîldarî windahiyan berpirsiyartiyê bigire û bi mijarê hevrû bibe, wiha dirêjî da axaftinê; “Ji bo siberojê careke din ev bûyer dernekevin pêş mirov, ji niha ve hevrûbûnek divêtî ye.”

Slamî bi bîr xist ku operasyonên leşkerî yên li Kurdistanê dibe bingeha binpêkirinên mafên mirovan, bang li Tirkiyeyê kir ku Hevpeyaman Windakirinên Bi Zorê ya NY îmze bike.