Gerîlaya MLKP’ê Canbay li Sûltangaziyê hate bibîranîn

Meclîsa Jinê ya Sosyalîst û Partiya Sosyalîstên Bindest, ji bo Gerîlaya MLKP’ê Berfû Dîlan Canbay (Arjîn Selçûk) a li Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû, merasîmek bîranînê li dar xistin, soza şopandina rêça wê dan.

Meclîsa Jinê ya Sosyalîst û Partiya Sosyalîstên Bindest, ji bo Gerîlaya MLKP’ê Berfû Dîlan Canbay (Arjîn Selçûk) a ku 8’ê Îlonê li çoltera gundê Qolcî yê girêdayî navçeya Pilûr a Dersîmê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Sûltangaziyê ya li Taxa Gaziyê  merasîmek bîranînê li dar xistin. Di bîranînê de wêneyên Canbay û hevrêyên wê yê din hatin daliqandin. Merasîm di şexsê Canbay de ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, her wiha bi pêşandana sînevîzyonê ya têkîldarî jiyana Canbay dewam kir.

Ji Platforma Dengê Nemiran û Girtiyan (OTSP) Umram Yûrdayol destnîşan kir ku Canbay destpêkê tevlî Şoreşa Rojava bû, wiha axivî; “Divê em li têkoşîna hevrêyên xwe xwedî derkevin. Lewre jî em careke din soz didin ku têkoşîna wê têkoşîna me ye.”

Berdevka SKM’ê Pinar Turk jî wiha got; “Heta ku faşîzm hebe wê têkoşîn bidome. Îdeolojiyek ku me digihîne hev heye û bi xwedîderketina hevrêyên xwe ku têkoşîna vê didin, em ê di vê rêya wan de ber bi şoreşê, azadiyê bimeşin.”

Hevserokê Federasyona Komaleyên Ciwanên Sosyalîst Ogûz Yuzgeç jî got, “Ji bo jinên ciwan tenê gotinek kiribû. Bi ser sînorên xwe ve biçin” û soza têkoşînê da.

Bîranîn, piştî ji bo Canbay helbest û stran hatin gotin bi dawî bû.