'Çalakiyên me wê heta rakirina tecrîdê bidomin'
Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, mîna her hefteyê vê Çarşemê jî li Asmûs Bremer Platz a li bajarê Kîelê li hev civiyan.
Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, mîna her hefteyê vê Çarşemê jî li Asmûs Bremer Platz a li bajarê Kîelê li hev civiyan.
Kurdistaniyan tîşortên ji wêneyên Ocalan û bi nivîsa 'Ji Ocalan re azadî' li xwe kirin, li ser rêya bingehîn a bajêr bi sedan belavok belav kirin.
Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kîelê axaftin hat kirin. Nûnerê navendê diyar kir, ku çalakiyên wan heta rakirina tecrîdê wê bidomin û bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku beşdarî çalakiya wan a her hefteyê tê lidarxistin, bibin.