Parastina dewleta Tirk a li NY bi temamî tengezariyek e: ‘Min nekir, PKK’ê kir’
Dewleta Tirk li NY têkîldarî kuştiyên li welêt parastinê bike, lê ket nav hewldanê ku tevahî qetlîamên ku bi xwe pêk aniye bixe sitûyê PKK’ê.
Dewleta Tirk li NY têkîldarî kuştiyên li welêt parastinê bike, lê ket nav hewldanê ku tevahî qetlîamên ku bi xwe pêk aniye bixe sitûyê PKK’ê.
Rayedarê ku nikarîbû bersiva windakirin û kuştinên sivîl ên bi destê dewleta Tirk pêk hatiye bida, di tevahî parastina xwe de bi bîr dixist ku NATO û YE, PKK wek rêxistinek ‘terorî’ qebûl kirine.
33. Rûniştinên Meha Îlonê ya Mafên Mirovan a NY di roja 3’yemîn de bi nirxandin û parastinên kuştî û qetlîamên li welatan didome. Di rûniştinê de Komîserê Payebilind ê Mafên Mirovan ê NY Zeyd Raad el Huseyîn axaftina destpêkê kir û têkîldarî înfazên bê daraz û windakirinên li Tirkiyeyê hin daxuyanî dan.
PARASTINA ‘MIN NEKIR WAN KIR’
Tirkiye têkîldarî mijarê parastina xwe kir, îdîa kir ku berpirsê tevahî kuştin û binpêkirinên mafên mirovan ên li welêt PKK’e ye û li gor parastinên welatên din parastinek derasayî kir.
Nûner ê ku li ser navê dewleta Tirk axivî, di parastinê de got dewleta Tirk li dijî PKK’ê têdikoşe, îdîa kir ku tekane berpirsê mirinên sivîl PKK’e ye û welat kir mijara henekan. Nûner, çalakiyên PKK’ê bi bîr xist, behsa ti qetlîamên ku DAÎŞ’ê li welêt pêk aniye nekir û careke din eşkere kir ku dewleta Tirk hevkariyê bi DAÎŞ’ê re dike.
NIKARÎBÛN BERSIVÊ BIDIN ÎDÎAYÊN NY
Rayedar ê ku kuştinên bi dest dewleta Tirk û DAÎŞ’ê pêk hatiye ji nedîtî hat û li gor welatên din parastinek derasayî kir, ti bersiv neda wan pirsan ku dewleta Tirk têkîldarî kuştinên sivîl tê sûcdarkirin.
Rayedarê Tirk ti parastinên şênber neda rapora Komîserê Payebilind ê Mafên Mirovan ê NY Zeyd Raad el Huseyîn ku têkîldarî kuştinên sivîlan hatibû amadekirin, her bi bîr xist ku PKK’e di ‘lîsteya terorê’ de ye.
Nûner her wiha îdîayên xwe dawî lê nanî û got dewleta Tirk heta dawiyê bi mafên bingehîn ên mirovan girêdayiye, li ser gotina NY a “Belge di dest me de hene ku li Tirkiyeyê windahî û înfazên bêdaraz çêdibin” jî bersivek somût neda û bêyî zanebûn rastiya îdîayan qebûl kir.