Balûken li KE û PE hevdîtin kir

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, ku niha li Strasboûrgê ye, li KE û PE hin hevdîtin kir. Balûken têkildarî zextên li ser vîna gelê Kurdistanê agahî da.

Endamê Heyeta Îmraliyê ya HDP'ê Îdrîs Balûken, tevî nûnerê HDP'ê Fayîk Yagizay li Konseya Ewropayê (KE) û Parlamenta Ewropayê (PE) duh hin hevdîtin kir.

KONSEYA EWROPA REWŞÊ 'JI NÊZ VE DIŞOPÎNE'

Di destpêkê de bi Komîserê Mafên Mirovan ê KE Nîls Mûîznîks re hevdîtin hat kirin û li ser zextên li Kurdistanê, desteserkirina şaredariyan, dûrxistina mamosteyan ji kar û komujiyan agahî hat dayîn. Îdrîs Balûken bal kişand ser zextên giran ên hêzên dewleta Tirk li Kurdan dikin û sîstema zordariyê ya ku Erdogan ji 15'ê Tîrmehê û vir ve hewl dide bide rûniştandin vegot.

Heyeta HDP'ê her wiha qala hewldanên xwe yên ji bo ji nû ve destpêkirina pêvajoya çareseriyê kir û bal kişand ser girîngiya rola Ocalan.

Komîserê Mafên Mirovan ê KE Nîls Mûîznîeks bibîr xist, ku ji bo lêkolînkirina qedexeya derketina dervre ew çûye Tirkiye û Kurdistanê û diyar kir, di dema pêş de ew ê careke din biçin Tirkiyeyê. Mûîznîeks ragihand, bi vê serdanê re ew ê pêkanînên hikûmetê û binpêkirina mafên mirovan ên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê lêkolîn bikin. Mûîznîeks got, ew rewşa li Kurdistanê ji nêz ve dişopînin.

WÊ BIRYARDANEYÊN JI HUKMÊ QANÛNÎ WERIN LÊKOLÎNKIRIN BÊ LI FERASETA KE TÊ YAN NA

Heyeta HDP'ê piştre Kabîneya Sekreteriya Giştî ya KE ziyaret kir û li vir hevdîtinek kir. HDP'yî ji aliyê Dîrektorê Kabîneyê Bjorn Berge û serşêwirmenda reform û mafên mirovan Leyla Kayacik ve hatin pêşwazîkirin. Di hevdîtina li vir de rewşa li Kurdistanê hat ragihandin.

Bjorn Berge da xuyakirin, ku ji bo Biryarnameyên ji Hukmê Qanûnî were lêkolînkirin bê li feraeta Konseya Ewropayê tê yan na, wan heyetek wezîfedar kirine û ev yek wê di dema pêş de biçe Tirkiyeyê.

Berge ragihand, ew hewl didin qewimînên li Tirkiyeyê fêhm bikin û ji ber ku Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye, ji bo normalbûyîna Tirkiyeyê bal kişand ser bikaranîna mekanîzmayên Konseya Ewropayê.

ZÎMMER Û VERGÎAT DESTEK DAN GELÊ KURD

Hevdîtineke din a heyetê ya duh bi Seroka Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Gabî Zîmmer û Seroka Koma Dostaniya Kurdan Marîe-Chrîstîne Vergîat re hat kirin.

Îdrîs Balûken li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan ên li Kurdistanê agahî da. Zîmmer û Vergîat jî dan xuyakirin, ku ji her alî ve ew amade ne piştgiriyê bidin gelê Kurd. Parlamenterên Parlamenta Ewropayê gotin, ew ê hewldanên xwe yên li nava saziyên Yekîtiya Ewropayê zêde bikin.

MECLÎSA ŞENGALÊ YA DÎASPORAYÊ DOSYA DAN SEROKÊ PARLAMENTA EWROPAYÊ

Li aliyê din, heyetek ji Nûnerê HDP'ê yê li Konseya Ewropayê Fayîk Yagizay û ji rêveberên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, ji bo ji Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûlz re bên ragihand, dosya pêşkêş kirin. Di van dosyayan de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pirsgirêkên Kurdên Êzidî yên li Şengalê û desteserkirina şaredariyên Kurdan hatin vegotin.

Ji rêveberên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek, Peşîmam Ekrem Denîz, Bozo Bacinî, Beşîr Êzidî û Bedîrhan Kahraman, di 23'ê Tebaxê de ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û naskirina statuya Şengalê ketibûn greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger. Piştî ku bi rêya Mehmet Ocalan agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat standin, grev di 12'ê Îlonê de hatibû qedandin.