Tecrîd û desteserkirina şaredariyan li Awûstûryayê hatin şermezarkirin

Kurdistaniyan li Viyanayê tecrîda li ser Ocalan û desteserkirina şaredariyan şermezar kirin û ji Yekîtiya Ewropa û CPT'ê xwestin, ku li dijî tecrîdê bikevin nava tevgerê.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina desteserkirina şaredariyên Kurdan, meşek hat lidarxistin. Girseya gel li ber avahiya Opera ya Viyanayê li hev civiya û piştî deqeyeke rêzgirtinê, ber bi avahiya Parlamentê ve meşiya. Di meşê de alên YPG, PYD, PKK, KCK hatin hildan û dirûşmên "Dest nede vîna min", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Terorîst Tirkiye ji Rojava bicehime", "NATO fînanse dike, Tirkiye bombe dike" hatin qîrîn.

Li ber avahiya parlamentê li ser armanca çalakiyê gelek belavok hatin belavkirin. Çalakgeran westin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û di vî warî de bang li Yekîtiya Ewropa û CPT kirin ku bi erka xwe rabin.