Ciwanên Azad ji bo şikandina tecrîdê bang kir
Koordînasyona Ciwanên Azad, li dijî tecrîdê û êrîşên AKP'ê bang li ciwanan kir, ku bi rengekî aktîf tevlî çalakiyan bibin.
Koordînasyona Ciwanên Azad, li dijî tecrîdê û êrîşên AKP'ê bang li ciwanan kir, ku bi rengekî aktîf tevlî çalakiyan bibin.
Koordînasyona Ciwanên Azad têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, AKP'ê tecrîd şidandiye, êrîşên xwe yên li dijî gel û Rojavayê Kurdistanê giran kiriye, lê her têk diçe. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke gel û ciwanên Kurd, çawa ku me ruhê Kobanê li Ewropa û tevahiya cîhanê nîşan dan, îro jî divê em li dijî dagirkirina Rojava û Bakurê Kurdistanê û li dijî zîhniyeta DAIŞ'ê têkoşîna xwe geş bikin. Û divê ev yek baş were zanîn; kes û saziyên xwe weke demokrat û parêzvanên mafên mirovan bi nav dikin, eger li ber komkujî û zilma Erdogan ranebin, wê hevparê van komkujiyan bin. Gel û ciwanên Kurd komkujî û hovîtiya li Cizîr, Sûr, Gever û gelek bajarên Kurdistanê li gel hat kirin, ji bîr nekirine û wê ji bîr nekin. Wê her tim li qadan bin û hesab ji vê zîhniyetê bipirsin."
'BI RUHÊ KOBANÊ EM DAKEVIN QADAN'
Koordînasyonê got, "Li dijî zîhniyeta faşîst a gelê Kurd bi temamî red dike, weke ciwanên Kurd û enternasyonalîst nabe kue m vê dijminatiya li Kurdan qebûl bikin û divê em bi ruhê berxwedana Kobanê bi rengekî topyekûn biherikin qadan" û wiha dewam kir: "Sedema hebûna me Rêberê me ye. Divê agahîgirtina ji Rêberê me, têra me neke. Heta azadiya fîzîkî ya Rêberê me, erka me ya bingehîn e ku em timî li qadan bin û çalakiyan lidar bixin. Em hemû baş zanin, heta Rêberê me azad nebe, em ê jî azad nebin."
BANGA TEVLÎBÛNA LI ÇALAKIYAN
Koordînasyona Ciwanên Azad di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir: "Em ê têkoşîna şoreşgerî ya Lecwan û Çekdaran her tim ji xwe re esas bigirin û bi têkoşeriya wan li qadan bin. Em bang li hemû ciwanên Kurd û şoreşger ên li Ewropayê dikin, ku di serî de çalakiya li Strasboûrgê bi rengekî aktîf tevlî hemû çalakiyan bibin."