Malbatên Roboskî li dijî qeyûman nerazîbûn nîşan dan

Malbatên Roboskî di 246. Hefteya Lêgerîna Edaletê de li dijî tayînkirina qeyûman nerazîbûn nîşan dan, gotin; “Em ê li ber zextên faşîzan çokan neşkînin.”

Malbatên 34 welatiyên ku 28’ê Kanûna 2011’an li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê di bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de hatin qetilkirin, di 246. Hefteya qetlîamê de li ser gorên zarokên xwe kom bûn û lêgerîna edaletê domandin. Malbatên li Şehîdgeha Roboskiyê li hev kom bûn, destpêkê li ser gorên zarokên xwe dua kirin.

Li ser navê malbatan Serokê Roboskî-Der Velî Encu daxuyanî da, diyar kir ku tevî 246 hefte di ser qetlîamê re bihurî jî hê faîl nehatine darizandin, lê heta hesabê qetlîamê bipirsin wê têkoşîna xwe bidomînin.

Encu wiha axivî; “Eger failên Roboskî bihatana cezakirin wê qetlîamên mîna Roboskî careke din çênebana. Lê mixabin, heta îro jî hê qatil têne parastin.”

Encu li dijî tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên DBP’î jî nerazîbûn nîşan da û got; “Em ji vê derhiqûqiyê re dibêjin na, em ê ti carî radestî zextên faşîzan nebin.”