Jiyana Edîp Solmaz wê îşev di STÊRK TV de were weşandin
Jiyan û têkoşîna Edîp Solmaz ê ku 14’ê Cotmeha 1979’an Serokê Şaredariya Êlihê ku di encama komployekê de hate qetilkirin, wê îşev di belgefilma “Serhildan” a di saet 22:00 STÊRK TV de tê weşadin, derkeve ser ekranan.
ANF
BRÛKSEL
pêncşem, 15 rezberê 2016, 16:25
Jiyan û têkoşîna Edîp Solmaz ê ku weke namzetê Tevgera Azadiya Kurd di 14’ê Cotmeha 1979’an de weke serokê şaredariya Êlihê hate hilbijartin ku di encama qomployekê de hate qetilkirin di beşa 16. belgefilama “Serhildana” a ku di STÊRK TV de tê weşadin. W ê îşev di beşa bi navê “Edîp Solmaz” di saet 22: 00’an de li ser STÊRK TV bê weşandin.
Beşa belgefilma Serhildana a ku ev demeke di STÊRK TV de tê weşandin wê jiyana Edîp Solmaz ê ku di 14’ê Cotmeha 1979’an de di hilbijartinên herêmî de bû serokê şaredariya Êlihê, têkoşîn û qetilkirina wî ya bi komployekê wê bên ser ekranan.
ŞAHIDÊN DEMÊ EDÎP SOLMAZ VEDIBÊJE
Dewleta Tirk a ku di bin navê qeyûman de dest datîne ser şaredariyê herî dawî ku şaredariyên Êlihê jî di nav de digihije sala 1979’an û qetilkirina Edîp Solmaz.
Edîp Solmaz di hilbijartinê demê yên desthilatdar û partiyên muxalîf de yên weke AP, CHP, MSP, MHP û yên serbixwe bi 3876 dengan hemû hevrikên xwe li pişt xwe hêla û di sindoqan de yekem derket.
Ev serkeftina Tevgera Azadiya Kurdan herî zêde rejîma Enqerê aciz kiribû. Solmaz tenê 28 rojan serokatiya Şaredariya Êlihê kir. Di nava van 28 rojan de gelek tişt bi ser xist. Ji beriya her tiştî şeredarî ji gel re vekir. Di wan rojên zor û zehmet de gelek pirsgirêkên gel çareser kir. Tevî demekî kurt û hilbijartênên herêmî de jî diyar kir ku gel dikare xwe bi xwe rêve bibe. Solmaz ji ber vê yekê bû hedefa mêtîngeran. Di encama pîlankirina komploya ji aliyê Tuggerneral Temel Cîngoz ve hatî amadekirin Solmaz hate qetilkirin. Dema ku Edîp Solmaz hate qetilkirin 27 salî bû.
Jiyan û têkoşîn Edîp Solmaz û li gel hemû detay û şahidên demê û îfadeyên pêşengên Tevgera Azadiya Kurd ve di belefilma “Serhildan” de li ser ekranan e.