Kurdistaniyên li Elmanyayê li dijî faşîzma AKP'ê dadikevin kolanan
NAV-DEM'ê ji bo meş û mîtîngên li gelemperiya Elmanyayê li dijî tecrîd, desteserkirina şaredariyan û dagirkeriya AKP'ê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
NAV-DEM'ê ji bo meş û mîtîngên li gelemperiya Elmanyayê li dijî tecrîd, desteserkirina şaredariyan û dagirkeriya AKP'ê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
NAV-DEM'ê ji bo meş û mîtîngên li gelemperiya Elmanyayê li dijî tecrîd, desteserkirina şaredariyan û dagirkeriya AKP'ê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya NAV-DEM'ê de hat gotin, "Li dijî desteserkirina şaredariyên Kurdistanê, ku bi dengê bi mîlyonan Kurdan hatine hilbijartin, divê Kurd û dostên wan ên li Elmanyayê bikerikin meydanan."
NAV-DEM'ê bibîr xist, ku faşîzma AKP'ê ya bi serkêşiya Erdogan, têkildarî polîtîkayên dij bi Kurd ji aliyê maf, hiqûq û exlaqê ve ti sînoran nas nake û hat gotin, "Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye. Tevî vê yekê, Rojava hat dagirkirin û şaredariyên bi dengê bi mîlyonan Kurdan hatin hilbijartin, hatin desteserkirin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ti hikmê vê pêkanîna AKP'ê ya nenaskirina vîna gel nîne û hat gotin, "Divê gelê me kesên li şûna nûnerên gel hatine bicihkirin, nas neke, xwedî li vîna xwe, li çeperên xwe derkeve."
Di dewama daxuyaniyê de NAV-DEM'ê ji bo meş û mîtîngên roja 17'ê Îlonê li eyaletên Elmanyayê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
CIH Û DEMA MEŞ Û MÎTÎNGAN
Têkildarî meş û mîtîngên bi vê armancê werin lidarxistin ev agahî hatin dayîn:
"LEÎPZÎG: 16'ê Îlonê roja Înê saet di 17:00 de li Marktplatzê wê meş û mîtîng were lidarxistin.
BERLÎN: 17'ê Îlonê roja Şemiyê saet di 18:00 de wê li Hermann Platz Neukolnê meş û mîtîng pêk were.
KASSEL: Roja Şemiyê saet di 16:00 de li ber postaxaneya mezin meş û mîtîng lidar bikeve.
HAMBÛRG: Roja Şemiyê saet di 12:00 de li Rathaûsmarktê, wê tevî çepgirên Elman meşek bê lidarxistin.
STÛTTGART: Roja Şemiyê li Laûtenschlagerstr., li pêşberî Bahnhofê wê saet di 16:00 de meş destpê bike û piştre mîtîng were lidarxistin.
MANNHEÎM: Roja Şemiyê saet di 14:00 de wê li Haûptbahnhofê mîtîngek pêk were.
OLDENBÛRG: Roja Şemiyê saet di 14:00 de wê li Oldenbûrg HBF'ê meş û mîtîng pêk were.
KOLN: Roja Şemiyê saet di 12:00 de li Dûtzer Werftê, tevlîbûn li meşa sendîkayên Elman bê kirin.
FRANKFÛRT: Roja Şemiyê saet di 16:30 de wê li Kaîser Sack a li pêşberî Bahnhofa Frankfûrtê meş destpê biek û piştre mîtîng bê lidarxistin.
DORTMÛND: Roja Şemiyê saet di 14:00 de li pişt HBF (Pêşiya Cine Star) meş û mîtîngê pêk were."