Ji bo Altinors çalakiya li pêşiya Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Stockholmê

Ji bo Alîkarê Hevserokên HDP'ê Alp Altinors bê berdan, li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Stockholmê xwepêşandanek hat lidarxistin.

Ji bo Alîkarê Hevserokên HDP'ê Alp Altinors bê berdan, ku ji ber tevlîbûna li merasîma cenazeyê Zakîr Karabûlût ê di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe dest da hat binçavirin, li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Stockholmê xwepêşandanek hat lidarxistin.

Xwepêşandan ji aliyê Fott Forum (Forûma Sor) ve hat organîzekirin. Koma beşdarî xwepêşandanê bûn, dowîz hilda û daxwaza berdana Altinors kir. Di dawiya çalakiyê de ji rayedarên Sefaretxaneyê re name hatin şandin û daxwaza berdana Altinors hat nivîsandin.

Rott Forum her wiha têkildarî sedema binçavkirina Altinors de daxuyaniyeke nivîskî weşand. D idaxuyaniyê de hat ragihandin, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, rejîma Erdogan bi girtin û êrîşan berê xwe da Kurdan, şoreşger û parêzvanên mafên mirovan û hat xwestin, Altinors bê berdan.

Altinors di Adara îsal de ji bo konferanseke navneteweyî ya li Stockholmê weke vexwendiyê Rott Forum lê amade bû.

...