Es Slamî ji aliyê mafên mirovan ve Tirkiye rexne kir

Seroka Koma Xebatê ya Windakirinên bi Zorê ya NY Hoûarî Es-Slamî got, "Bi ti hinceteke ewlekariyê, nabe ku mafên mirovan bê binpêkirin" û Tirkiye rexne kir ku binpêkirina mafên mirovan parastibû.

33. civînên meha Îlonê yên Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di roja 3. de ne. Di rûniştina duh de Seroka Koma Xebatê ya Windakirinên bi Zorê  ya NY Hoûarî Es-Slamî, beşên girîng ên rapora 19 rûpelan a li ser binpêkirina mafên mirovan û windakirinên li Tirkiyeyê di dema serdana 14-18'ê Adarê ya li Tirkiyeyê amade kiribûn, eşkere kir.

Es Slamî di çarçoveya vê raporê de bal kişand ser asta binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê û bang li Tirkiyeyê kir ku derhal peymana windakirina bi zorê ya NY îmze bike.

Nûnerê Tirkiyeyê li ser axaftina Es Slamî û rapora têkildarî Tirkiyeyê axivî bû û îdîa kiribû ku mafên mirovan ên di raporê de qala wan hatine kirin, ji aliyê PKK'ê ve hatine kirin û xwestibû ku NY têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî PKK'ê bibîne.

'DI NAVA ŞERT Û MERCÊN ZEHMET DE EM ÇÛN SERDANA TIRKIYEYÊ'

Seroka Koma Xebatê ya Windakirinên bi Zorê ya NY Hoûarî Es-Slamî di civînê de careke din mafê axaftinê girt û têkildarî parastina Tirkiyeyê de got, "Bi hinceteke ewlekariyê, nabe mafên mirovan ên şexsî werin binpêkirin." Es Slamî da xuyakirin, ku weke koma xebatê di nava şert û mercên gelekî zehmet de çûne serdana Tirkiyeyê. Es Slamî diyar kir, gelekî zehmet e ku mirov li Tirkiyeyê ewle bin, teqînên li Tirkiyeyê bibîr xist û got, li vî welatî pirsgirêkên ewlekariyê hene.

'TI REWŞA AWARTE NABE JI BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN RE BIBE HINCET'

Es Slamî da zanîn, Koma Xebatê ya Windakirinên bi Zorê ya NY, ne rewşa siyasî ya welatan, binpêkirina mafên mirovan esas digire û got, "Ti rewşeke awarte ya li welatekî, nabe weke hinceta binpêkirina mafên mirovan û windakirina bi zorê bê qebûkirin."