Li Stockholmê faşîzma AKP’ê hate protestokirin

Operasyonên qirkirina siyasî ya hikûmeta AKP/Qesrê ku li ser gelê Kurd dide meşandin li paytext Stockholm a Swîsreyê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) çalakî hate li dar xistin. Çalakî di saet 13:00’an de li qada navenda bajarê Stocholmê hate lidarxistin.

Pankart û dovîzên bi nivîsên mina “Sûltanê faşîst ê Tirkiyeyê hilbijêrên gel dixe nava girtîgehan, Kurdistanê bombe dike”, “Tirkiye û DAIŞ qirkerin”, “Azadiya çapemeniyê, demokrasî û azadî ji bo Erdoganê faşîst ne ti tişt e”, “Dagirkeriya Tirkiyeyê rawestînin” û “Dewleta Tirk ji Rojava derkeve” hatin bilind kirin. Her wiha di tevahiya meşê de jî alên PKK’ê, YPG/YPJ’ê jî hatin li ba kirin. Çalakî bi rêzgirtinê destpê kir.

Hevseroka NCKD a Swîsreyê Ayşe Goktepe diyar kir ku rejîma AKP’ê û dewleta Tirk di asta herî jor de êrîşên hovan li dijî gelê Kurd dide pêk anîn, li Tirkiyeyê jîngehên gel lê dijîn bi erdêre tên yekirin, Erdogan sînoran jî nasnake û derbazî xaka Rojava û Başûrê Kurdistanê bûye û qirkirinê pêk tine.

Goktepe bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser HDP’ê û girtina hilbijêran jî. Goktepe bibîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrîşên rejîma faşîst vala derxist. Goktepe herî dawî bang li hêzên navneteweyî kir ku divê li dijî operasyonê qirkirina AKP’ê derkevin û piştgiriyê bidin gelê Kurd.

Çalakî bi dirûşmên li dijî rejîma AKP’ê û Erdogan ve bi dawî bû.