Ji malbatên Cansiz, Şaylemez û Dogan li dijî Fransa bertek
Malbatên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di qetlîama Parîsê de jiyana xwe ji dest dabûn, bertek nîşanî Fransayê ya ku rê nade kujer Omer Guney bîne pêşberî dadgehê.
Malbatên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di qetlîama Parîsê de jiyana xwe ji dest dabûn, bertek nîşanî Fransayê ya ku rê nade kujer Omer Guney bîne pêşberî dadgehê.
Malbatên Cansiz, Dogan û Şaylamez ên ku ji bo doze bişopînin hatibûn dadgehê ji beriya dozê agahiya mirina Guney ji bo wan hate ragihandin. Birayê Sakîne Cansiz Metîn Cansiz, Bafê Fîdan Dogan Hasan Dogan û Bavê Leyla Şaylamez Cûmalî Şaylamez li ser agahiyê daxuyaniyek da.
Malbatên Cansiz, Dogan û Şaylamez têkildarî mijarê ev agahî dan: “16.12.2016’an roja Înê di satên şevê de parêzerên me yên ku dozê dişopînin ev agahî dan: “Li gorî rapora tendirûsiyê ya kujer Omer Guney xeteriya jiyan wî di asta bilind de ye, ji bo vê parêzer daxwaza berdanê dike û wê ev daxwaz 19.12.2016’anroja Yekşemê di dadgehê de bê dîtin.” Em weke malbat roja Şemiyê li hev kom bûn û mijar di nava xwe de me nirxand. Dema ku me nirxandinên xwe dikir agahiyeke din hat, agahiya kujer miriye hate dayîn.”
Di daxiyaniya ku ji aliyê malbatê ve hate kirin bal kişand ser dirêjkirina doza lêpirsînê tevî hemû daxwaz û hewldanan jî dadgehê ti biryar neda û wiha got: “ Tevî ku diviya bû doz di nava sala 2015’an de bi encam bibûya lê dadgehê rojeke diyar neda ku dadgeh dest bi dozê bike. Tevî demeke dirêj û şûn de doza qetlîamê ji aliyê Dadgeha Cezeyê Giran a Parîsê ve biryar hat dayîn ku doz 5’ê Kanûna 2016’an bê dîtin. Piştre taloqî Hezîrana 2016’an hate kirin û herî dawî jî taloqî 23’yê Çile û 23’yê Sibata 2017’an kir ku doz bê dîtin.”
HETA ÎRO ÇIMA RÛNIŞTIN ÇÊNEBÛN?
Di daxuyaniya malbatan de ev hatin îfadekirin: “Tevî ku ji roja destpêkê ya binçavkirinê ve tê zanîn pirsgirêkên tenduristiyê hene û her tim pisporan di kontrolên xwe de gotibin ‘pirsgirêkên tenduristiyê hene”, çima heta niha doz nehat dîtin, rûniştin çênebûn?
Yên wê rojê dizanîbûn pirsgirêka tenduristiyê heye, çima di pêvajoyeke qasî 3 salan de, ji bilî dusalên dawî, tevî ku hema hema ji derveyî zêdekirina hin ewraqên fermî yek belge jî nehat zêdetir, lêpirsîn 3 salan dewam kir?
Tevî ku lêpirsîn di nîvê sala 2015’an bi dawî bû jî çima xwe dane benda Meha Çileya 2017’an? Gelo dîroka 5’ê Kanûnê bi zanebûn taloqî 23’yê Çileya 2017’an hat kirin?
Wek di naveroka dosyayê û îdîanemeyê de tê diyarkirin, bûyer bûyereke organîze ye, fail ne yek kes e û MÎT a Tirkan li pey bûyerê ye. Tevî ewqas agahî jî, çima failên din nehatin derxistin û her tim dosyayek bi yek tewanbarî hat afirandin?
Em wek malbatên maktûlan dixwazin ev pirs bêne bersivandin.
Her tim me got, hêzên li pey qetlîamê derxin holê, bibêjin. Wek gelê Kurd û malbat ku heta îro bi çendan caran me daxwaza xwe ya “edalet û ronîkirinê” bi şiklekî demokratîk bi çendan caran qêr kir, me bi çendan caran banga wezîfeyê li daraza Fransa kir. Ji bo li gor berjewendiyên siyasî û aborî hêzên li pey vê neyên tarîkirin, di her firsendê de me hişyarî dan saziyên siyasî yên têkîldar.
Me bi çendan caran hişyarî dan ku dikarin kujer ji holê rabikin. Me ev hişyariyên xwe di her firsendê de dubare kir. Lê mixabin, herî dawî em rast derketin.
Wisa dixuye ku ev senaryo ji zû ve hatiye nivîsîn û ket meriyetê. Eger rûniştin pêk bihatan, wê di wan rûniştinan de ne tenê Omer Guney, di heman demê de dewleta Tirk, MÎT a Tirk û hikûmeta Tirk bihatana darizandin, mahkûmkirin. Ev e rewşa ku dixwestin asteng bikin û asteng kirin. Omer Guney piyonek bû û ev piyon ji holê hat rakirin, dewleta Tirk hat parastin.
Ji vê rewşê meqamên Fransa berpirs in.
Wek malbat, em ê şopdarên vê dosyayê û dozê bin. Fail ne yek kes e. Divê failên din jî bên eşkerekirin û darizandin. Tewanbarek ji holê hat rakirin, mir, ji ber vê ev dosya nayê girtin û wê dewleta Tirk ji darizandinê rizgar nebe.
Em rewşê pêşkêşî raya giştî dikin û ji her kesên ku edaletê dixwazin jî daxwaza alîkariyê dikin.”