AKP/Qesr li Goteborgê hate şermezarkirin
Kurdistanî û dostên wan li se banga KCDK-E li bajarê Goteborg ê Swîsreyê daketin qadan û operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP'ê û binpêkirina mafên mirovan şermezar kirin.
Kurdistanî û dostên wan li se banga KCDK-E li bajarê Goteborg ê Swîsreyê daketin qadan û operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP'ê û binpêkirina mafên mirovan şermezar kirin.
Xwepêşandan bi şiyara "Ji bo HDP, Bakur, Rojava û tevahiya Kurdistanê meşa bi meşale" hate lidarxistin û duh saet di 15:00 de li meydana Gotaplatsenê dest pê kir.
Girseya gel rahişt alên PKK, YPG/YPJ, KCK, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên li dijî komkujiyên dewleta Tİrk û heta Parka Brûnn meşiya.
Bi sedan Kurdistanî û Swêdî tevlî çalakiyê bûn. Dirûşmên "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişînin", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Bijî berxwedana Kurd", "Bijî gerîla", "Bijî Serok Apo" û "Kujer Erdogan" li kolanên Goteborgê deng vedan.
Çalakgeran li Parka Brûnnê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz girtin. Piştre li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Goteborgê, têkildarî rewşa dawî ya li Kurdistanê û Tirkiyeyê daxuyaniyek hate dayîn.
Di daxuyaniyê de li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî gelê Kurd, bang li Kurdistanî û dostên wan hate kirin, ku piştgiriya bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re zêde bikin. Her wiha bang li hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê jî hate kirin, ku danekirinan li ser rejîma AKP'ê ferz bikin.
Xwepêşandanê bi qasî 2 saetan dewam kir û bi qîrîna dirûşmên li dijî faşîzma AKP'ê, qediya.