Endazyarên ku dawî li karê wan anîn: Ji bo siberojeke birûmet em ê têkoşînê bidomînin

Endazyarên ku ji aliyê qeyûmên ku destdanîn ser şaredariyan û dawî li karê wan anîn civîna çareseriya alternatif û piştgiriyê li dar xistin, ev peyam da: “Ji bo jiyaneke weke mirovan û pêşerojeke birûmet, em qet ji dev têkoşîna xwe bernadin.

Qeyûmên ku dest danîn ser şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya pêkanînên Rewşa Awarte dawî li karê endazyaran anîbûn. Li ser vê Odeya Endazyaran û Mîmarên Tirk (TMMOB) Odeya Mîmaran a Desteya Koordînasyona Bajarê Amedê, li Şaxa Amedê civîna çareseriya alternative û piştgiriyê li dar xistin.

Piştî civînê Hevseroka Pilankirina Bajaran Buşra Cizrelîoglû daxuyanî da û diyar kir di demê dawî de bi rêya BHQ’ê li Amedê 54 hevalên wan ji kar hatine dûrxistin. Cizrelîoglû bal kişand ser lîsteyên ku bi însyatîfa kesî û bê bingeh hatine amadekirin bê pirs û lêgerîn bi sedan kes ji kar hatine derxistin û deh hezar kes karê wan dide rawestandin.

‘EV KIYRA GELÊ HERÊMÊ CEZA DIKE’

Cizrelîoglû anî ziman ku bi van kiryaran gelê herêmê ceza dikin û ev tişt anî ziman:

 “Di demên dawî de bi biryarên BHQ’ê li herêmê hempîşeyên me weke plankarên bajar, mîmar û mihendiz ên ku bi salan e li şaredarî, sazî û dezgehên civakî de kar dikirin ji kar hatine derxistin. Di encma vê de heme hema bêje xebatkarên ku xizmetê ji gel re bikin nemane. Bi taybet hempîşeyên me yên ku di rêveberiya herêmî de cih digirin ji kar hatine derxistin.Bi vê yekê dixwazin personelên sazî û rêveberên me yên li herêmê nehêlin û gelê li herêmê ceza kirine.

Cizrelîoglû her dawî wiha got: “Divê bi lezgîn hempîşeyên me yên ku ji kar hatine derxistin vegerin ser kar” û wiha pê de çû: “Em bang li her kesê dikin ku li dijî binpêkirinên hiqûqî, li dijî pêkanînên Rewşa Awarte têkoşînê bidin meşandin û nirxên demokrasî yên gerdûnî parastin. Ji bo jiyaneke weke mirovan û pêşerojeke birûmet, em qet ji dev têkoşîna xwe bernadin.”