Kurdên li Metrepolan tên lînçkirin
Li nêzîkî avahiya HDP’ê ya li navçeya Beylîkduzu ya Stenbolê teqînek pêk hat. Li gelek navçeyan jî li dijî avahiyên HDP’ê ji aliyê komên faşîst ve êrîşên nîjatperestî tên lidarxistin.
Li nêzîkî avahiya HDP’ê ya li navçeya Beylîkduzu ya Stenbolê teqînek pêk hat. Li gelek navçeyan jî li dijî avahiyên HDP’ê ji aliyê komên faşîst ve êrîşên nîjatperestî tên lidarxistin.
Li nêzîkî avahiya HDP’ê ya li navçeya Beylîkduzu ya Stenbolê teqînek pêk hat.
Li dijî avahiyên HDP’ê yên li navçeya Yenîmahale ya Enqere û navçeya Darîca a Kocaelî yê êrîş hatin lidarxistin.
Li dijî avahiya HDP’ê ya Darîca êrîşa bi çek hate lidarxistin, hate diyarkirin ku li dijî avahiya HDP’ê ya li navçeya Yenîmahaleyê jî êrîş hate lidarxistin.
Hat diyarkirin ku li dijî avahiya HDP’ê ya navçeya Bornova ya Îzmîrê jî êrîş hate lidarxistin.
Li Çanakalayê jî komek nîjatperest êrîşî avahiya HDP’ê kirin. Ne êrîşkar HDP’yiyên ku xwestin êrîşan asteng bikin hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku avahiya HDP’ê ya li navçeya Kartal a Stenbolê ji aliyê komek faşîst ve êrîş hate kirin û avahî hate talankirin.
Li Erzînganê jî avahiya HDP’ê ya li ser rêya Ordû ya navendê êrîş hate lidarxistin. Nehate zanîn kê êrîş li dar xistiye, tebeleya partiyê hate rakirin û li şûna wê ala Tirk hate danîn.
Li dijî avahiya HDP’ê ya li navçeya Îskenderûn a Hatayê jî êrîş hate lidarxistin.
Li navçeya Yildirim a Bûrsayê jî faşîstan êrîş birin ser avahiya rêxistina HDP’ê ya navçeyê.