Li Kayseriyê hêjmara kuştiyên leşkeran gihişte 14'an
Li Kayseriyê di encama çalakiya bombeyî de ya li dijî komandoyên bi taybet perwerdekirî ya 1.Tugaya Komandoyan hate lidarxistin, hêjmara kuştiyan gihişte 14’an.
Li Kayseriyê di encama çalakiya bombeyî de ya li dijî komandoyên bi taybet perwerdekirî ya 1.Tugaya Komandoyan hate lidarxistin, hêjmara kuştiyan gihişte 14’an.
Li Kayseriyê di çalakiya bombeyî ya li dijî otobusa komandoyan de her ku diçe hêjmara kuştiyan zêde dibe.
Li gorî daxuyaniyên rêveberên Tirk hêjmara komandoyên hatine kuştin bûn 14, 12 jê giran bi giştî 55 leşker jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku komandoyên ku hatine kuştin di sala dawî de di gelek êrîşên li ser xaka Kurdistanê de cih girtine.
Hê ti kesê çalakî negirtiye ser xwe.