Şaredariyeke din a DBP'yî hate desteserkirin
Şaredariya navçeya Akdenîzê ya Mersînê ya DBP'yî, bi rêya qeyûm hate desteserkirin.
Şaredariya navçeya Akdenîzê ya Mersînê ya DBP'yî, bi rêya qeyûm hate desteserkirin.
Li Mersînê, 100 kes di hefteya bihurî de hatibûn binçavkirin, ku Hevşaredara Akdenîzê Yuksek Mûtlû jî di nav de heye. Li dû binçavkirinê, qeyûm li Şaredariya Akdenîzê hate tayînkirin. Qeymeqamê Tirk ê li Akdenîzê Hamdî Bîlge weke qeyûm li şaredariyê bi cih bû. Bi hejmareke zêde ya polîsan û maşînên zirxî dor li avahiya Şaredariya Akdenîzê hate girtin. Destûr nayê dayîn kesek xwe nêzî şaredariyê bike."
Li gorî agahiyan, rayedarên dewleta Tirk bang li Alîkarê Hevşaredaran Bedettîn Gundeş kirine û jê re ragihandine, ku qeyûm hatiye bicihkirin.