BI DÎMEN

Komkujiyên Mereş û Roboskî li Peîne hatin şermezaririn.

Li bajarê Peîne yê Elmahyayê, komkujiyên Mereş û Roboskî bi meş û mîtîngekê hatin şermezarkirin.

Li bajarê Peîne yê Elmayayê, komkujiyên Mereş û Roboskî bi meş û mîtîngekê hatin şermezarkirin.

Bi qasî 400 Kurdistanî bi pêşengiya Meclîsa Gel a Peîne daketin kolanan. Meclîsa Gel a Hîldesheîmê jî piştgirî da çalakiyê.

Di çalakiyê de komkujiya 19-26'ê Kanûna 1978'an hate şermezarkirin û hat ragihandin, tevî ku gelek desthilatdarî li Tirkiyeyê hatin guhertin jî kiryarên komkujiyê hê nehatine darizandin û cezakirin.

Çalakgeran her wiha komkujiya Roboskî ya 2011'an jî şermezar kir û da zanîn, dewleta Tirk mîna komkujiyên din xwest, vê komkujiyê jî binixumîne, lê jê nehat.

Di meş û mîtîngê de dirûşmên 'Bijî piştgiriya navneteweyî", "Kujerê zarokan, jinan dîktatorê faşîst Erdogan" û "Bijî Serok Apo hatin qîrîn.

Çalakî bi xwendina belavoka Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) qediya.

Piştî meş û mîtîngê çalakgeran berê xwe dan Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Peîne.