Keskîn: Ne mirinê, çareseriyê dixwazin
Di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de, li pêşiya avahiya Şaxê ÎHD’ê ya Stenbolê Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn daxuyaniyek da û ev peyam da: “Ne mirin, çareserî” dixwazin
Di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de, li pêşiya avahiya Şaxê ÎHD’ê ya Stenbolê Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn daxuyaniyek da û ev peyam da: “Ne mirin, çareserî” dixwazin
Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Nûnertiya Wexfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV)a Stenbolê dema ku xwestin li Qada Galatasarayê ya Tûnelê meşa bi sirûda “Rêz ji mafê mirovan re” li dar bixin, bi hinceta “Ewlekariyê” li avahiya Şaxê ÎHD’ê hate kirin.
Li ser navê parêzvanên mafê mirovan a pankarta bi nivîsa “Êdî bes e, ne mirin çareseriyê dixwazin” Hevseroka Şaxê ÎHD’ê Parêzer Eren Keskîn daxuyanî da. Keskîn diyar kir ku ji bo roja dawî ya Hefteya Mafê Mirovan meşekê li dar bixin lê ji ber sedeam ku di heman saetê de wê çalakiyek din pêk bê em ji neçarî çalakiya xwe li vir bidomînin. Keskîn êrîşa li dijî avahiya HDP’ê ya li Kayseriyê hate lidarxistin bibîr anî û wiha got: “Her cure êrîş mixabin li ber çavê polîsan û bi azad tê kirin û ji ber wê ji bo em yek biparêzin, em ê îro daxuyaniya xwe li pêşiya avahiya xwe bidin.”
‘BILA TI KES NE MIR E’
Keskîn got: “Em ne mirinê, çareseriyê dixwazin.” Keskîn destnîşan kir ku em weke parêzvanên mafê mirovan baş dizanin ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên neçareseriyê hata niha hatiye ji ber wê ewqas em di çareseriyê de bi israr in. Keskîn diyar kir ku me gelek caran têkildarî polîtîkayên neçareseriyê yên dewletê hişyar kir û me da nîşandan ku wê ev polîtîka şerên giran bi xwere bîne lê dewletê guh neda vê û wiha pê de çû: “Em naxwazin ji her dû aliyan ti kes bemire; em naxwazin zarokê ti dayîk û bav jiyana xwe ji dest bide û êşê bikişîne, em dixwazin li ser erdnîgariyekî wekhev bê şer û di nava aştî û aramiyê de bijîn. Ji ber vê em wek parêzvanên mafê mirovan di roja dawî ya Hefteya Mafê Mirovan de tenê yek daxwaza me heye: Ne mirin, çareserî, bila ti kes ne mire.”