Li Kayseriyê li dijî avahiya EMEP’ê êrîşa nîjadperestî
Li Kayseriyê piştî êrîşa li ser HDP’ê û şûn de, êrîş li ser avahiyên EMEP’ê û CHP’ê jî hate kirin.
Li Kayseriyê piştî êrîşa li ser HDP’ê û şûn de, êrîş li ser avahiyên EMEP’ê û CHP’ê jî hate kirin.
Li Kayseriyê piştî êrîşa nîjatperestan a li dijî avahiya HDP’ê û şûn de, faşîstên ku li Qada Cûmhûryetê kombûn, xwestin ku ber bi avahiya Rêxistina CHP’ê ya bajarê Qeyseriyê ve bimeşin. Endamê CHP’ê îdîakiri ku ji aliyê nîjatperestan ve hatiye derbkirin.
Hat diyarkirin ku deriyê avahiya Partiya Emek (EMEP) a rêxistina Qeyseriyê jî hatiye şikandin û êrîşkar ketine hindirê avahiyê. Hat diyarkirin ku ti kes di avahiyê de nebûn.
Faşîstên ku êrîşî HDP’ê kirin, xwestibûn ku agir bi avahiyê bixin. Rêveberên HDP’ê jî eşkere kiribûn ku êrîşî di bin çavdêriya polîsan de pêk hatiye.