Ciwanên Azad, 3’yemîn Kongreya xwe bi şîara ‘Em faşîzmê parçe bikin’ li dar xist
Ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê li paytexta Fransa Parîsê 3’yemîn Kongreya xwe li dar xist. 3’yemîn Kongreya Ciwanên Azad, bi şîara “Bi coşa şoreşê xwe bi rêxistin bike, bi ruhê tolhildanê faşîzmê parçe bike” hat lidarxistin.
ANF
PARÎS
şemî, 17 berfanbarê 2016, 19:00
Kongre di şexsê şehîd Tîjda Ekecîk, Lecwan Mûnzûr, Çekdar Botan de diyarî tevahî şehîdên xwerêveberiyê hat kirin.
Ji welatên cuda yên Ewropayê, 140 delege û ciwan tevlî kongreyê bûn. Kongre, ku saet 11.00’an bi rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên şoreşê dest pê kir, bi axaftina destpêkê ya siyasetmedarê Kurd Ahmet Kaya dewam kir. Kaya got, “Em dibin şahidên lehengiyên mezin ên dîrokê. Em li dijî hêzên herî tarî yên cîhanê, berxwedanek mezin didin.”
Kaya got 3’yemîn Kongreya Ciwanên Azad, kongreya ji qirkirinê re dibêje “raweste” ye û wiha berdewam kir; “Ji bo bibin layiqî berxwedana dîrokî , mîsyon li kongreyê hatiye barkirin.”
Piştî dîwana kongreyê hat hilbijartin, siyasetmedarê Kurd Cûma Tak axivî. Tak, şehîdên şoreşê bi bîr anî, bala ciwanên Kurd kişand ser berxwedanê.
Tak, got “Bila ti hêz li dijî ciwanên Kurd nekevin nav hewldanên şaş, wê ciwanên Kurd wan bipelçiqîne” û anî ziman ku yên li dijî ciwanên Kurd şerê îmhaya topyekun û seferbertî îlan kirine, divê kefenên xwe, bi xwe li xwe bikin.
Tak, destnîşan kir ku mêtingeriya Tirk bi ruhê Zîlanan, Zinaran û ciwanên Kurd ên fedaî parçe bûye, bal kişand li ser tecrîda 18 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Tak, der bir ku berxwedana 18 salan a Ocalan ji bo çavkaniya enerjiyê ye, wiha pê de çû; “Dema Rêbertiyê dest bi têkoşînê kir, got ‘me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî biqedînin’ û diyar kiribû ku wê têkoşîn bi pêşengiya ciwanan bigihêje serkeftinê. Berxwedana Rêbertî, mêtingeriya Tirk bi erdê re kiriye yek.”
Serokê Dîwanê yê KCDK-E Mûrat Ceylan jî di axaftina xwe de ev anîn ziman; “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berdewama mêtingerî û tasfiyeyê ye, tenê rêxistinbûyina ciwanan dikare vê tecrîdê bişkîne. Destkeftiyên Têkoşîna Azadiya Kurd her roj zêdetir dibin. Qîrewîre Erdogan jî delîla têkçûna wî ye.”
Li ser navê TJK-E jî Zozan Serhed kongre silav kir û got; “Dema Rêber Apo dest bi têkoşînê kir bi tenê serê xwe bû, piştî têkoşîna 39 salan, îdeolojiya Rêber Apo li tevahî cîhanê bûye yekane alternatîfa modernîteya kapîtalîst. Li Parîsê, lidarxistina vê kongreyê xwedî wateyek girîng e û em qetlîama Parîsê şermezar dikin.”
Li ser navê Meclîsa Jinê ya Şehîd Çîçek Botan, Partiya Komunîst a Ciwanan a Fransa, CDK-F, HDK-Fransa, ciwanên MLKP peyam hatin xwendin. Dûvre, rapora xebatên salekê hatin xwendin û nirxandin hatin kirin. Piştî nirxandinan, 15 deqeyan sînevîzyon hat temaşekirin. Delegeyên ciwan rêveberiya nû hilbijartin, ji 40 kesan meclîsa nû û hevberdevk diyar kirin.
Kongre, bi dirûşmeya “tolhildan” saet 16.30’an bi dawî bû.