Li Baselê tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin

Li bajarê Basel ê Swîsreyê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê hate protestokirin.

Li ser banga DEM-KURD û Tevgera Jina Kurd a Swîsreyê, tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin.

Meşa ku ji pêşiya Stasyona Basel destpê kir gelek saziyên Swîsreyî û partiyan piştgirî kir. Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û li ser navê gelek saziyan axaftin hatin kirin.

Di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan û fikar û metirsiyên di derbarê rewşa û tendirûstiya wî de.

Piştî rêzgirtinê li ser navê DEM-KURD û Tevgera Jina Kurd a Swîsreyê axaftin hatin kirin, kesên ku başdarî çalakiyê bibûn silav kirin.

Di çalakiyak u MLKP, ÎGÎF, Keskan, SP, Basta , ÎCORa piştgirî kirin deli ser nave SP’yê Parlemeter Mûstafa Aticî axivî û got: “Eger ku hûn nexwazin piştî 50 salên din zarok yan jî neviyên we di pirtûkan de qirkirinên li ser Kurdan hatine kirin bixwînin û fêr bibin, eger ku hûn nexwazin di parlementoyên we de piştî 50 salên din qetlîamên li ser Kurdan hatin meşandin weke qetlîam bê naskirin, divê bi lezgîn bikevin tevgerê. Ji bîr nekin bi bêdengiyê dibin hevkarê sucê mirovahiyê.”

Di mîtîngê de li ser nave Rêxistina AF’ê Maya HAûschmanû, li ser navê Netzwerk Thomas Bollîger, li ser nave Basta Yanya Zurcher jî axaftin kirin, anîn ziman ku wê piştgiriyê bidin gelê Kurd.

Pankarta ku wêneyê Ocalan û parlementerên HDP’ê yên girtî li ser û alên PKK’ê hatin hilgirtin.

Çalakî bi dirûşmên “Es Lebe Ocalan” û “ Bijî Yekîtiya Navneteweyî” hatin qîrkirin.

Mîtîng piştî axaftina Elmanî ya li ser nave HDK-Baselê bi dawî bû.