NÛ BÛ

Omer Guney ê ku qetlîama Parîs pêk anî, mir

Hat diyarkirin ku Omer Guney ê ku li paytext Parîs a Fransayê 3 jinên şoreşger ên Kurd qetilkir, miriye.

Di hat payîn ku rojên li pêşiya me doza qetlîama Parîsê bihatiba dîtin, agahiya kuştina Omer Gûney hat.

Agahiya kuştina Guney ji aliyê rêveberên Fransî ve ji bo malbatên Cansiz, Dogan û Şaylemez re hatin ragihandin.

Malbatan diyar kirin ku roja Înê parêzerên doz ji bo me gotin rewşa tendirûstiya Guney xirabe û agahiyê ku wê daxwaza berdanê bê kirin tên guhê me, li ser vê yekê ji bo ji rewşê agahdar bibin em li hev civiyan di navbera civînê de agahiya ku Guney miriye hate ragihandin.

Têkildarî sedemê mirina Guney û demê wê heta vê kêliyê jî rêveberên Fransî ti daxuyaniyên fermî nedane.