Êrîş Andok li Moskowayê hate bibîranîn
Êrîş Andok, ku di berxwedana Ertûşê de jiyana xwe ji dest da, li Moskowayê ji hêla malbatê û Kurdistaniyan ve hate bibîranîn.
Êrîş Andok, ku di berxwedana Ertûşê de jiyana xwe ji dest da, li Moskowayê ji hêla malbatê û Kurdistaniyan ve hate bibîranîn.
Êrîş Andok (Mehmet Cankurt) ku meha Îlonê di berxwedana Ertûşê de jiyana xwe ji dest da, li paytexta Federasyona Rûsyayê Moskowayê hate bibîranîn. Merasîma bîranînê li avahiya Otonomiya Çandê ya Kurd pêk hat. Bername bi deqeyek rêzgirtinê ya ji kesên ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dayin, dest pê kir.
Di bernameyê de ku gelek Kurdistanî lê amade bûn, bavê Êrîş Andok Halîl Cankurt got, "Dewleta Tirk a faşîst bi êrîşên xwe yên vê dema dawiyê, ne tenê gerîla lê gelê Kurd ê sivîl jî ji xwe re kiriye hedef. Li dijî van êrîşan jinxas û mêrxasên Kurdistanê di ber Kurd û Kurdistanê de têkoşîneke mezin a bêhempa didin. Bi taybeyî di vê pêvajoya nazik de ku îmhaya giştî tê ferzkirin, berpirsyariyeke mezintir dikeve ser milê gerîlayan. Di vê têkoşîna mezin de, dibe ku hin jê tevlî nav karwanê şehîdan jî bibin. Kurê min Êrîş Andok bi têkoşîna xwe, wê weke lehengê têkoşîneke rûmetdar were bibîranîn. Ya ku dikeve ser me malbatê jî ew e ku, ji niha şûn de, di nav her şet û mercî de, em bikaribin bibin şopdarên rêya watedar a ku kurê me di ber de şehîd bûye."
Bernameya bîranînê piştre bi axaftina rêveberên saziyên Kurd ên li Moskowayê berdewam kir.