Li Kayseriyê êrîşa faşîst: Piştî ku polîs mifte stand..

Derkete holê ku polîsan destûr dane ku bînahiya HDP’ê ya li Kayseriyê were şewitandin.

Êrîşa îro ya bi ser bînahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kayseriyê, derkete holê ku bi hevkariya polîsan pêk hatiye.

Rêveberên HDP’ê yên ku agahî dane ANF’ê gotin, ‘’Li partiyê ti tiştek nema. Ji televizyonê bigirin ta bi pereyê hemû tişt şewitandin’’

Beriya ku êrîş dest pê bike, polîsan mifte ji rêveberê HDP’ê standine, piştî ku mifte hatiye standin, êrîşa faşîst bi ser HDP’ê de pêk hatiye.

HDP’yiyan wiha gotin: ‘’Dev ji mudaxelekirina polîsan berdin, hevkarî bi wan re kirin. Mifteya serban ji me standin û piştre êrîşê dest pê kir. Polîs ji êrîşkaran re bûne alîkar. Niha dema ku bi we re diaxivim, bi sedan kes bi alayan dimeşin’’

Hate ragihandin ku ablûkeya polîs û faşîstan li bajêr didome.