Ji bo Şirnexê banga piştgiriyê hate kirin

Koordînasyona Piştgiriya ji Cizîrê heta Sûrê ji bo Şirnexê, ku bi hatina zivistanê re şert û mercên jiyanê gelekî giran bûne, banga piştgiriyê kir.

Ji Koordînasyonê Meral Çildir, ji ber hatina zivistanê bang li xêrxwazan kir, ku alîkariyê bi Şirnexê re bikin. Çildir diyar kir, kampanya xwedîderketina malbatan a li hev dewam dike û ji bo mezinkirina vê kampanyayê ew bi saziyê civakî yên sivîl re hevdîtinan dikin. Çildir bal kişand ser girîngiya vê piştgiriyê û got, "Çend kes dikare li hev bicivin, malbatekê ji xwe re peyda bikin û alîkariyê bidin wê malbatê."

Çildir her wiha nerazîbûn nîşanî hêzên dewletê da astengiyê derdixînin pêşiya gihîştina malzemeyan ji bo gelê Şirnexê.

Koordînasyona roja 10'ê Kanûnê civînek ji bo çapemeniyê lidar xistibû û di serî de sobe, daxwaza alîkariya ji bo zivistanê kiribû.