Tecrîda li ser Ocalan li gelek cihan hate şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê hate şermezarkirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê hate şermezarkirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê hate şermezarkirin.
STÛTTGART
Ji bo şermezarkirina tecrîdê û daxwaza bilêvkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê mîtîngek hate lidarxistin.
Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û pankartên bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî" û "Tecrîdê li ser Ocalan rakin"hatin vekirin.
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stûttgartê ve hate organîzekirin û bi giranî jin, ciwan û zarok tevlî bûn. Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî destek dan çalakiyê.
Mîtîng bi qîrîna dirûşmên "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan", "Ji Ocalan re azadî" qediya.
HEÎLBRONN
Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê, êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesr li dijî gelê Kurd dike û tecrîda li ser Ocalan hatin protestokirin.
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Goetzentrûmê li hev civiyan û wêneyên Ocalan, dowîz û pankartên li ser armanca çalakiyê vekirin.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Heîlbronnê Saît Ozturk li mîtîngê axivî, işaret bi tecrîda li ser Ocalan kir û got, "AKP bi tecrîda li ser Ocalan re wê nikaribe ti pirsgirêkê çareser bike. Rijandina xwînê li Tirkiyeyê, ancax bi hevdîtina bi Ocalan re dikare bê sekinandin."
Di mîtîngê de komkujiyên Mereşê û 19'ê Kanûnê ya li girtîgehan hatin şermezarkirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn.
MUNCHEN
Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, ji bo azadiya Ocalan stand hate vekirin.
Komuna Jinê ya Sara ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Ocalan, qirkirina siyasî li dijî siyasetmedarên Kurd û zextên li ser gelê Kurd bixe rojevê, li kolana Schutzenstr. a Munchenê stand vekir.
DRESDEN
Êrîşên qirkirina siyasî yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, li bajarê Dresden ê Elmanyayê hatin şermezarkirin. Çalakî li Neustadt HBF pêk hat û ji partiya Çep Dîe Lînke parlamenter Mîrko Schûlze jî tevlî bû.
Schûlze li vir axivî û diayr kir, bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin, ne yên qebûlkirinê ye. Schûlze girtina wekîlên HDP'yî şermezar kir.
Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.
LYON
Êrîşên li Kurdistan û Tirkiyeyê, li bajarê Lyon ê Fransayê bi mîtîngekê hatin protestokirin. Mîtîng bi beşdariya bi sedan kesî li Place Terraûxê pêk hat.
Di çalakiyê de, ku ji aliyê yekîtiya hêzê ve hate organîzekirin, polîtîkayên hikûmeta AKP/Erdogan ên destekê didin DAIŞ'ê û êrîşî Kurdan dikin, hatin şermezarkirin.
Ji Yekîtiya Ewropayê hate xwestin, navê PKK'ê ji 'Lîsteya rêxistinên terorê' derxîne û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.