Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinê ya Dorlêgirtî greva birçîbûnê ya ku bi mebesta ku balê bikişîne ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî kete roja 27’an.Li ser navê girtiyên di grevê de ne Sosin Şengul daxuyanî da û wiha got: "Ev girtiyên jin ên Kurd li hemberî şewitandina mirovan li gundên xwe, bi guleyan qetilkirina wan, şewitandina malên wan û ji bo ku Cizîr û Sûreke dî neyê jiyîn bêdeng nemînin. Em bi gelê xwe re li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin. Ji bo vê yekê ji bo me sûcên şer ên li Kurdistanê ji holê rabin di serî de gundê Xerabê Bava dorpêça li hemû Kurdistanê bê rakirin, ewlehiya canê gel pêk bê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin em ketine greva birçîbûnê. Çalakiya me tenê ji bo qatlîamên dewleta AKP'ê bersiv nîne, di heman demê de ji bo ku hêzên demokratîk, jin li dijî qirkirinan dengê xwe bilind bikin bangawaziyek e. Nisêbîn Kurdistan e, Tirkiye ye. Em ji bo gelê xwe yê ku serî li hemberî faşîzma AKP'ê natewîne, hemû astengiyan derbas bikin. Divê neyê jibîrkirin ku ji ber ku li Sûr û Cizîrê bêdengî çêbû îro qatlîamên nû tên kirin. Îro temaşekirina li qetlîamê wê ji qatlîamên mezintir re rê veke. Nesekinin bikevin tevgerê."
Girtiyên ku bi daxwaznameyê serî li Wezareta Dadê dan û ketin greva birçîbûnê ev in: Rihan Kavak, Şivkar Ateş, Leyla Uyanik, Jiyan Ateş, Sosin Şengul, Fatma Gokhan û Nîlufer Şahîn.Li gorî agahiya ji parêzeran hatiye girtin jinên ku di greva birçîbûnê de ne her yek ji wan 5 kîlo li xwe şikandine. Hate gotin li şûna bijîşkan xebatkarên tenduristiyê bi girtiyan re eleqedar dibin.
XARPÊT
Li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê jî greva birçîbûnê ya 12 girtiyên jin kete roja 5’an.
Girtiyên jin bi rêya malbatên xwe agaghî dan, bal kişandin ser sirgûnan û gotin, ‘’Greva birçîbûnê ya ku me bi dorvegerî dayî destpêkirin ku sirgûn berdewam bikin wê vegerin rojiya mirinê’’ Girtiyan diyar kirin ku ne tenê sirgûn, lêgerîna tazî, ferzkirina bi xwe vekirina kartê û gelek binpêkirin çêdibin û gotin, ‘’ nasên me yên ku têne hevdîtina me rast îli zexta qerdiyanan tên’’
Girtiyên jin wiha gotin: ‘’Serê saetekê qerdiyanên nêr têne li koxuşên me dinerin û lêgerînê dikin. Di nav heftiyekê de 4 hevalên me hatin sirgûnkirin. Niha em 12 jin li dijî wan sirgûnan ketin grevar birçîbûnê. Qerdiyanên nêr têne koxuşên me û dibêjin, ‘ka hûn bisekinin, hûn ê bibînin bê ka em ê çi bi serê de bînin’’ û gefan dixwin. Di koxuşama me de zarokeke 3 salî ya bi navê Bêrîtan heye, dema ku qerdiyan tên û diqîrin dest bi girî dike. Heke zext bidomin em ê dest bi rojiya mirinê bikin.’’