Di pîrozbahiyên Newrozê yên li derveyî welat de peyama ‘NA’
Kurdistaniyên li derveyî welat û dostên wan Newrozê bi rengên cihê pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de ji bo referandûmê ku wê dîktatorî were dengdan bangên ‘NA’ hatin kirin.
Kurdistaniyên li derveyî welat û dostên wan Newrozê bi rengên cihê pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de ji bo referandûmê ku wê dîktatorî were dengdan bangên ‘NA’ hatin kirin.
Kurdistaniyên li derveyî welat û dostên wan Newrozê bi rengên cihê pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de ji bo referandûmê ku wê dîktatorî were dengdan bangên ‘NA’ hatin kirin.
TROÎSDORF
Li Troîsdorf a Elmanya Newroz bi hevkariya NCKD û Meclîsa Jin a Ekîn Wan hate pîrozkirin.
Pîrozbahî bi tevlêbûna 300 kesî bi meşa xetîre ya ber bi Ursulaplatzê dest pê kir. Çalakger heta bi Şaredariya Trorîsdorfê meşiyan, piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên azadiyê li ser navê Melcîsa Gel Hevserok Salman Gedîk axivî.
Gedîk qedexeya Elmanya ya li ser amblem û nirxên Kurdî şermezar kir û got Elmanya li dijî Kurdan ku têkoşîna azadityê didin xwedî helwesta şaş e. Diyar kir ku Newroz îro jî weke destpêka wê ya dîrokî watedar e. Gedîk got, ‘’Em kokên vê berxwedanêji xwe re distînin. Ti kesek, ti Deheq nikare serî li Kurdan bitewîne. Em ê ci caran serê xwe ji Deheqên niha re netewînin’’ û bi berdewamî got ji bo referandûmê, ji bo ku ‘na’ derkeve divê xebat pir werin kirin.
Li Elmanya Kolnê jî Kurdistaniyan bi meşeke xetîre cejna Newrozê pîroz kir.
Nêzî 500 Kurdistanî li Eberplatzê hatin cem hev, ji bo şehîdên azadiyê deqeyek rêz girtin. Piştre jî govend hatin gerandin. Pîrozbahiyî bi hevkariya NCKD û Komîsyona Ciwanan pêk hat, ciwan jî di çalakiyê de amade bûn. Li vir ser navê FEDA,PYD, NCKD axaftin hatin kirin.
Piştre meşa bi xetîre dest pê kir. Meş bi coşdarî pêk hat, gel li ber rîtma daholê govend gerand, moralê gel bi stranên ciwanekî Rojavayî û Başûrî zêde bû.
Piştî meşê ber bi kolana herî şên a Kolnê ve meşiyan û heta bi stesyona trênê ya Kolnê ve çûn.
Di pîrozbahiyan de dovîzên ‘NA’ hatin hildan.
Li Essen a Elmanya jî Kurdan li baxçeyê komeleyê agir pêxistin û pîroz kirin. Li dor êgir bi dirûşmên ‘Bijî serok Apo’ govend gerandin.
Ji bo meşa bi xetîre destûr hatibû standin lê belê beriya bi meşê bi saetekê telefon hat û hate gotin betal bûye.
Hevserokê Melcîsa Eassenê Yilmaz Gultekîn li dijî qedexeyê helwest nîşan da û got Elmanya bi demokrasî û yasayên xwe re di nakokiyê de ye.
GOTEBORG
Li Goteborg a Swêdê bi hezaran Kurdistanî hatin cem hev û Newroz hate pîrozkirin.
Li Goteborgê bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û komeleyên Kurd li Parka Angered Kurdistanî hatin cem hev û agirê Newrozê vêxistin.
Di bernameyê de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin agirê ku Kawayê Hesinkar li dijî zilmê rakiriye îro li Şengal, Rojava, Bakurê Kurdistanê ve ji hêla neviyên Kawa ve tê geşkirin. Di axaftinan de bang hate kirin ku têkoşîn were geşkirin.
Bi stranên Fîgan û Ferîboz heta derengê şevê Newroz hate pîrozkirin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, Kurdistaniyên li Meydana Canabîere li hev civiyan, bi meşaleyan heta Meydana Vîeûx-Portê meşiyan.Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê, hunermendên TEV-ÇAND'ê derketin ser dikê. Welatiyan li ber stranên hunermendên TEV-ÇAND'ê govend gerandin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" qîriyan.
TOKYO
Li paytexta Japonya Tokyoyê, Newroz li taxa Kawagûchî hat pîrozkirin.Serokê Komeleya Çanda Kurd Eyup Kûrt li vir axivî û got, "Çawa ku em li vê derê yekîtiya xwe diparêzin, di referandûmê de jî em ê dîktatoriyê di sindoqan de bifetisînin."Japon jî di nav de bi qasî 2.000 kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Tedbîrên ewlekariyê jî ji aliyê rêveberên Komala Çanda Kurdên Japan hat girtin.Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî bi rêya telefonê ji beşdaran re axivî û cejna Newrozê li wan pîroz kir. Koç bang li her kesî kir, ku di 16'ê Nîsanê de dengê 'NA' bidin.
HELSÎNKÎ
Newroz li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê bi coş hat pîrozkirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên tevlî pîrozbahiyê bûn, gelê berxwedêr ê li Kurdistanê bi taybetî li Amedê û yên li Tirkiyeyê silav kirin.Nûnerê Komeleya Çanda Kurd li vir peyivî û bûyerên di dema dawî de diqewimin nirxand. Jİ bo pêşîgirtina li dîktatoriyê jî banga dayîna dengê 'NA' kir.Parlamenterê Partiya Tifaqa Çep a Fînlandiyayê Paavo Arhînmakî jî Newroz li gelê Kurd pîroz kir û ji dewleta Fînlandiyayê, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî xwest, ku zilma dewleta Tirk li jin û zarokan dike, qebûl nekin. Arhînmakî hişyarî da û got, eger bêdengî dewam bike wê dewleta Tirk komkujiyên xwe bidomîne. Arhînmakî piştgirî da HDP'ê.Di pîrozbahiyê de Hozan Diyar û hunermendên herêmî derketin ser dikê.