Yîgîtalp: Newroza Amedê wê bersivê bide zîhniyeta tekparêz

Çend saet beriya destpêkirina pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê, Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp ji ANF'ê re axivî û diyar kir, Newroza îsal wê bersivê bide zîhniyeta tekparêz.

Yîgîtalp destnîşan kir, gelê Kurd bi tecrûbeya bi salan hîn bûye, ku aştî bi feraseta tekparêz pêk nayê û anî ziman, ew ê rejîmeke ku cih nade jin, zarok, cihêrengiya bawerî, nasname û xwezayê û xizmetê ji tekparêziyê re dike, qebûl nekin.

'AŞTÎ PÊWÎSTIYEKE MEZIN E'

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp bibîr xist, ku gelek hikûmet hatin û çûn, lê belê ti ji wan di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de bi ser neketin. Yîgîtalp destnîşan kir, di nava 40 salan de yekemcar di Newroza dîrokî ya sala 2013'an de bêhn hat ber gelên Tirkiyeyê.

Yîgîtalp got, "Di sala 2013'an de bi manîfestoya aştiyê ya Birêz Ocalan re yekemcar hat dîtin, ku aştî pêwîstiyeke çiqasî mezin e" û wiha dewam kir: "Lê belê ev xweşhalî demeke dirêj dewam nekir; bi redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê re û bi şidandina tecrîda li ser Birêz Ocalan re şer û şîdet ji nû ve ketin nava jiyana me."

Yîgîtalp ragihand, yê ku herî baş dizane pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên şîdet û ewlekariyê çareser nabe, gelê Amedê ye ku ji ber van polîtîkayan berdêla herî mezin daye. Yîgîtalp anî ziman, gelê Amedê ê îro careke din li qada Newrozê nîşan bide, ku çareserî û muzakere bi mutabaqatê dibe.

'ISRARA GELÊ AMEDÊ YA JI BO AŞTIYÊ DEWAM DIKE'

Di dewama axaftina xwe de Yîgîtalp da zanîn, Newroza Amedê wê di heman demê de bibe bersiv ji referandûmê re û got, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xitimandina siyaseta sivîl, hilweşandina xaniyan, desteserkirina şaredariyan û avêtina ji kar a bi hezaran kedkarên cemaweriyê, starta 'NA' wê îro li qadên Newrozê bê dayîn. Yîgîtalp got, "Bi sed hezaran mirov, ji bo kesek vê êşa şer nejiî, tecrîda li ser Birêz Ocalan were rakirin û muzakere ji nû ve dest pê bike, wê dakevin qadan." 

Yîgîtalp ragihand, tevî êşên giran jî gelê Amedê ji daxwaza xwe ya aştiyê venegeriya ye û diyar kir, ev israra gelê Amedê ya di aştiyê de gelekî hêja ye.

'ZÎHNIYETA TEKPARÊZ PIRSGIRÊKÊ GIRANTIR DIKE'

Yîgîtalp destnîşan kir, gelê Kurd bi tecrûbeya bi salan hîn bûye, ku aştî bi feraseta tekparêz pêk nayê û anî ziman, ew ê rejîmeke ku cih nade jin, zarok, cihêrengiya bawerî, nasname û xwezayê û xizmetê ji tekparêziyê re dike, qebûl nekin. Parlamenter Yîgîtalp got, "Gelê Kurd di wê baweriyê de ye ku ev zîhniyeta tekparêz pirsgirêkê girantir dike" û diyar kir, Newroza Amedê wê bibe bersiv ji zîhniyeta tekparêz re.