Li 4 Navenda Newroz hate pîrozkirin
Li Ewropayê li gelek navendan Newroz bi çoş û kelecan hete pîrozkirin.
Li Ewropayê li gelek navendan Newroz bi çoş û kelecan hete pîrozkirin.
STAVANGER
Li bajarê Stavanger ê Norweçê Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiya tevahî rojê dom kir de sînevîzyona ku ji axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû amadekirin hate nîşandan.
Piştî nîşandana sînevîzyonê û şûnde, girseyê dirûşmên “Bijî Serok Apo” qîr kirin. Kesên ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn.
HANNOVER
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi boneya Cejna Newrozê meşek bi meşaleyî hate lidarxistin. Piştî meşê agirê Newrozê hate pêxistin.
DÛÎSBÛRG
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê Newoz hate pîrozkirin. Di saet 17:00’an de nêzî 350 kes li Marxloh Agûst Bebel Platz kom bûn, agirê Newrozê pêxistin.
Li gel posterên Ocalan, alên PKK’ê jî hate hildan. Hewl dana polîsan a daxistina posterê Ocalan û ala PKK’ê ji aliyê girseyê ve hate astengkirin.
Di pîrozbahiya Newrozê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hate qîrkirin, her wiha li ber agirê Newrozê govend hate gerandin. Di pîrozbahiyê de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê Şahîn Çelebî axaftinek kir û Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiya Newrozê de Hevserokê Mala Êzidiyan a Weselê helbest ji beşdarvanan re gotin.
ARNHEM
Li bajarê Arnhem ê Hollandayê, meşeke bi meşaleyî ya Newrozê hate lidarxistin. Meşa ku hêjmarekî zêde Kurd beşdar bûn de, Hollandiyan jî eleqeyek mezin nîşan da. Piştî meşê agirê Newrozê hate pêxistin û govned hate gerandin.
Di meşê de banga beşdariyê li şeva Newrozê ya ku wê 1’ê Nîsanê li Arnhemê bê lidarxistin kir.