Newroza li Stenbolê wê li meydana Kartalê bê pîrozkirin

Komîteya Amadekar a Newrozê ragihand, Newroza li Stenbolê wê sibe li meydana Kartalê bê pîrozkirin û bang li gelê Stenbolê kir, ku tevlî pîrozbahiyê bibe.

Bernameya çalakiya Newrozê ya li Stenbolê eşkere bû. Newroz wê sibe li Meydana Kartalê bê pîrozkirin. Ji bo vê pîrozbahiyê, destûr ji walîtiyê hat girtin.

Pîrozbahiya Newrozê wê sibe (21'ê Adarê) saet di 11:00 de dest pê bike û saet di 15:00 de biqede. Tevî Cîgira Serokê Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû û Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan wê gelek endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û Desteya Rêveberiya HDK'ê li qada pîrozbahiyê amade bin.

Çav li rê ye, nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û komele jî tevlî pîrozbahiyê bibin. Di pîrozbahiyê de wê hunermendên surprîz jî derkevin ser dikê.

Ji bo tevlîbûnê jî wê li cihên navendî yên hemû navçeyan wesayît bên amadekirin û gel bi rêya van wesayîtan xwe bigihîne qada Newrozê. Herî kêm 400 kes wê ji ewlekariya qadê berpirsyar bin.

Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo pîrozbahiya sibe bang li gelê Stenbolê kir ku bi xurtî tevlî bibe. Komîteyê destnîşan kir, Newroz wê bi rengekî bi heybet were pîrozkirin. Komîteyê ragihand, berxwedana Newrozê bi rojane li tax û kolanên navçeyên Stenbolê dewam dike û xwest, gel vê berxwedan û coşa xwe sibe li Meydana Kartalê jî bidomîne.