Meşa Êzidiyan a ji Dûsseldorfê ya ber bi Brukselê destpê kir
Êzidiyên li Ewrûpayê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên PDK’ê yên li ser Şengalê, ji bajarê Dûsseldorf ê Elmanyayê, ber bi paytexta Yekîtiya Ewrûpayê Brukselê dimeşin.
Êzidiyên li Ewrûpayê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên PDK’ê yên li ser Şengalê, ji bajarê Dûsseldorf ê Elmanyayê, ber bi paytexta Yekîtiya Ewrûpayê Brukselê dimeşin.
Îro di saet 11’an de Êzidiyên ku li ber parlementoya Eyaletê ya Ren Vestfalyaya Bakur a bajarê Dûsseldorfê kom bûn, dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Şengalê’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bimire îxanet’ qîriyan.
Çalakiya ku Meclîsa Êzidiyan a Şengalê ya derveyî welat organîze kiribû, Seroka KCDK-E’yê Yuksel Koç û gelek nûnerên saziyan beşdar bûn.
Hevserokê Meclîsa Êzidiyan a Şengalê yên derveyî welat Fîkrek Îgrek ê ku li ser navê girseya ku pankarta ‘Çeteyên KDP û AKP’ê destê xwe ji axa Êzîdxanê bikişînin’ vekiribû, axivî û got ji bo aloziya li Şengalê kûrtir nebe, divê çeteyên PDK û AKP’ê ji herêma Xanesorê derkevin û axaftina xwe wisa domand; “Êzidî heta niha 73 ferman dîtine û her dem rastî êrîşan tên. Ev erîş îro jî didomin. Ji ber vê jî divê em xwe biparêzin. Ji ber vê jî em dibêjin, divê YBŞ û YJŞ wekî hêzên parastina Şengalê werin qebûl kirin.”
Îgrek diyar kir ku, divê hêzên navneteweyî ji bo çareserkirina aloziya li Şengalê, teqez heyetên serbixwe ji herême re bişînin û ji bo parastina bawerî û çanda gelê Êzidî divê çembereke ewlehiyê ya navneteweyî were ava kirin û got, “Meşa me îro li bajarê Dusseldorfê hate dest pê kirin, heta 27’ê Adarê wê bidome, herî dawîn jî bi mîtînga ku em ê li Brukselê li dar bixin, wê bi dawî bibe.”
‘XWEDÎDERKETINA LI ŞENGALÊ, XWEDÎDERKETINA LI MIROVAHIYÊ YE’
Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç bi pîrozkirina hemû çalakvanan dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku vê meşa ku hate kirin gelekî girîng e.
Koç got: “Ev çalakî, çalakiyeke gelekî girîng e.Divê her kes bizanibe ku gelê Şengalê ne bi tenê ye, li ku derê Kurdên welatparêz dijîn, em ê li wê derê Şengalê biparêzin. PDK ji bo dewleta Tirk îxanetê li gelê Şengalê dike, êrîşî wir dike. Ev îxanet li hemû gelê Kurd tê kirin. Divê PDK-Mesût Barzanî ji vê biryara xwe ya xelet vegere û bi biryareke rast divê dev ji îxanetê berde. Em bi tundî van êrîşan şermezar dikin û di rêgeha çalakiyê de em ji gelê xwe dixwazin ku çalakvanan pêşwazî bikin û xwedîtiyê li çalakiyê bikin.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, girseyê dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşimên tên qîrîn, ên ku êrîşa li ser Şengalê teşhîr dike. Di heman demê de belavokên ku êrîşan teşhîr dike jî tên belav kirin. Girse wê îro 27 kîlometreyan bimeşe. Meşa sibê wê li Möchengladbachê were dest pê kirin.