Li Stenbolê gel ber bi Meydana Kartalê ve dimeşe

Li Stenbolê, welatiyên ku dixwazin tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin, tevî flamayên bi nivîsa 'NA' ber bi Meydana Kartalê ve dimeşin.

Welatiyên ku bi dirûşma "Em ê teqez bi ser bikevin" li Meydana Kartal a Stenbolê li hev civiyan, agirê berxwedanê agirê Newrozê gurr dikin. Dirûşmên berxwedanê li qada Newrozê deng vedidin. Ji serê sibehê ve gel ber bi Meydana Kartalê ve dimeşe.

Qada Newroz lê tê pîrozkirin, ji duh bi şev û vir ve ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û li du bendan destûr tê dayîn ku gel derbasî nava qadê bibe.

Welatiyên ku kincên gelêrî li xwe kirine, bi qîrîna dirûşmeyan û nîşandana nîşana serketinê dikevin qadê. Li gelemperiya meydanê, li ber stranên şoreşgerî govend tê gerandin.

Ji ekrana mezin a li ser platforma li qadê nivîsa "Em ê teqez bi ser bikevin, Newroz pîroz be!" û agirê Newrozê hat nîşandan.

Li gelek cihên qadê pankartên bi nivîsa "Komara demokratîk a bêyî serok, bêyî şer, bêyî Rewşa Awarte, bêyî destavêtinê", "Azadî wê bi berxwedana jinê bi ser bikeve" hatin daliqandin. Di destê welatiyan de dowîzên bi nivîsa "NA" hene.

Jin bi kincên xwe yên ji rengên kesk, sor û zer qadê dixemilînin. Hê jî mirov tên meydanê.

Li vê meydanê zêdeyî 400 endamên HDP'ê hatine wezîfedarkirin.