Peyama Newrozê ya Demîrtaş û Yuksekdag

Demîrtaş û Yuksekdag bi wesîleya Newrozê peyam weşandin û gotin, "Em ê li pêşberî zilm û zaliman serî netewînin. Em ê rûmeta gelê xwe li her derê biparêzin û teqez bi ser bikevin."

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, ku ji aliyê rejîma AKP'ê ve hatine girtin, ji girtîgehê peyama Newrozê şandin.

Peyama Hevserokên HDP'ê bi vî rengî ye:

"Xwişk û birayên me yên hêja,

Dayikên me yên dilovan,

Hevalên me yên ciwan,

Hevrêyên me yên jin;

Em bi tîna agirê azadiyê, bi mîlyonan mirovên ji heft heta heftê salî qada Newrozê dagirtine, silav dikin. Bi hêviya ku bibe wesîle ji çareserî, demokrasî û aştiyê re cejna Newrozê li we hemûyan pîroz dikin.

Agirê Newrozê, ku şevên herî tarî jî ronî dike, îsal jî li hemberî her şêwe zext û qedexeyan gurr dibe.

Ji Newroza 2013'an heta roja îro, ku bi banga dîrokî ya aştiyê ya Birêz Ocalan re veguherî şahiyeke bi heybet, mixabin saziya siyasetê nekarî aştiyê diyarî gelên me bike. Tevî ku israra şer a nasnameya siyasî ya serdest sedema bingehîn a vê yekê jî be, em xwe li pêşberî gelê xwe deyndar dibînin.

Li ser navê bi hezaran hevrêyên me yên HDP'yî yên li zîndanê dîl tên girtin, em careke din dixwazin bi rengekî vekirî vê bêjin; em ê ti carî dest ji lêgerîna xwe ya azadiyê ya bi siyaseta demokratîk bernedin û têkoşîna xwe ya aştiyê bidomînin.

Em ê li pêşberî zilm û zaliman serî netewînin. Em ê rûmeta gelê xwe li her derê biparêzin û teqez bi ser bikevin.

Bi vê wesîleyê em careke din Cejna Newrozê li we pîroz dikin, li pêşberî hemû şehîdên me yên Newroz weke cejna berxwedan û rûmetê li dîrokê neqişandin bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û we hemûyan yek bi yek ji dil silav dikin.

Newroz pîroz be! 

Li ser navê hemû siyasetmedarên HDP'yî yên di zîndanê de ne."