Tûncel: Ev Newroz wê bibe Newroza berxwedan û hêviyê

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel ku li girtîgehê rehîn tê girtîn peyamek ji bo Newrozê şand û got: "Ev Newroz wê bibe Newroza berxwedan û hêviyê. Li rexmê hemû zext û zilmê, ji bo avakirina pêşeroja xwe ji nû ve em agirê Newrozê geş dikin."

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel ku ev 135 roje li girtîgeha Silivrî a Stenbolê rehîn tê girtin, ji bo Newrozê peyamek şand. Di peyama Tûncel de wiha tê gotin: "Newroz, navê vejîn, berxwedan û ji nû ve ji xew şiyarbûnê ye. Cejna azadiyê ya gelê Kurd û Rojhilata Navîne. Newroz ji Kawayê Hesinkar, Şoreşger Mazlûm Dogan û heta Semayan ji bo azadiya gelan kevneşopiya bedena xwe dayina ber agire. Ji ber wê sedemê gel dema ku agirê Newrozê pê dixin, li dijî sepandina taritî, koletiya ku li ser me didin meşandin dawî anîna wê ye.Pêxistina agir ji ber wê sedemê pîroze û daxwzên ku tên girtin têne qebûl kirin. Kurdistaniyên ku xwe li ser agirê Newrozê re di avêjin , hemû deman azafî, aşitî û edalet dibêjin."

Tûncel di dewama peyama xwe de bal kişand ser Newroza Amedê ya sala 2013'an ku ji bo gelan hêviyek avakir û wiha got: "Bi şahidiya milyonan kesî Birêz Ocalan, ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, ji bo hemû gelên cîhan û Rojhilata Navîn mizgîniya pêvajoyek nû da. Ev nûçeya mizginî û hêviyê bi milyonan kesî qebîlk kir. Lê belê îxtidara û rejîma qesrê hêviya vî gelê şikand. Xistina mêzeyê mûzakerayan re hêviyên azadî û aşitiyê ya gelan xirab kir.

Gelê me îro jî qadên Newrozê bi heman şêweyî tejî dikin. Ev Newroz wê bibe Newroza berxwedan û hêviyê. Li rexmê hemû zext û zilmê jî, ji bo avakirina pêşeroja me ji nû ve em agirê Newrozê geş dikîn.

Di roja 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de jî li rexmê hemû zextan, li rexmê Rewşa Awarte jin derktin kolanan û meşaleya azadiyê pêxistin. Niha agirê ku jinan ji bo azadiyê pêxistî bi agirê azadi yê gelan re dikîn yek. Tekoşîna jinan û gelê me wê pêşengtiyê ji bo tekoşîna gelê azadiyê bike. Bi vê bîr û baweriyê Cejna azadiyê ya gelê Kurdistan û Rojhlilata Navîn, Cejna Newrozê pîroz dikin. Newroza we pîroz be."