Li Dûîsbûrgê standên ‘NA’

Li bajarê Dûîsbûg ê Elmanyayê Platforma Na, aktivîteyên standan lidar dixe.

Platforma Na ya Dûîsbûrg bi sirûda “Ji faşîzim û diktatoriya yek kesî re Na” di çarçoveya kampanyaya ‘NA’ de xebatên xwe didomîne.

Li navenda bajêr, Hamborn û Meîdrîchê jî di nav de li 3 cihan endamên platformê stand vedan, têkildarî wê çima bêjin ‘NA’ agahdarkirin pêk anîn, belavok belavkirin.

Li bajarê Hamborn, Meîdrîceh û navenda bajêr wê roja Sêşem,Çarşem, Pênçşemê û roja Şemiyê jî stand vekirî bin.

Endamên platformê bi bangên ku kirîn, xwestin ku hemû gel û welatiyên bi hestyar standan ziyaret bikin.