YPS: Divê li her derê em ber bi azadiyê ve bimeşin
Di peyama Newrozê de ya ku Koordînasyona Giştî ya YPS’ê belav kir de wiha hate gotin: “Divê li her derê em li ber xwe bidin û ber bi azadiyê ve bimeşin.”
Di peyama Newrozê de ya ku Koordînasyona Giştî ya YPS’ê belav kir de wiha hate gotin: “Divê li her derê em li ber xwe bidin û ber bi azadiyê ve bimeşin.”
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê di peyama Newrozê de wiha got:“Meha Adarê, ji roja avabûna tevgera me û heta îro, bûye meheke têkoşînê. Bi taybetî jî Newroz bûye pîrozbahiyeke berxwedanê ya ku gelê me li ser navê bindestan hesap ji zalim û Dehaqên roja me dipirse û bendewariya xwe ya bi jiyana azad bi agirê ku vêdixe derdixe holê. Agirê berxwedanê yê ku bi Newrozê tê vêxistin, di temama salê de rê ji têkoşîna me ya azadiyê vedike û qedera wê diyar dike.”
Di dawiya daxuyaniya YPS’ê de ya ku girîngiya Newroza 2017’an destnîşan dike, bal kişand ser van xisûsan:
“Gelê me îsal jî bi pêngaveke nû û bi biryardariya serkeftinê ketiye meha Adarê û di 8’ê Adarê de bi pêşengiya jinan peyam daye ku di her şert û mercan de wê ji bo azadiyê berxwedan hebe. Gelê me yê ku bûye gelekî Newrozê wê bibêje “Niha ew dem e ku, em li her derê ber bi berxwedan û azadiyê bimeşin” û pêvajoyeke hesappirsîna ji zaliman bide dest pê kirin. Bi Newrozê re, gelê Kurd li her derê bi rojan wekî cejneke berxwedanê, wekî Kawayê Hesinkar wê ji zaliman hesap bipirse û bi mebesta afirandina jiyana nû bi pîrozkirinê Newrozê wê serî hilde.
Ev Newroz hesabpirsîna tola Çiyager, Zeryan, Xebatkar, Îslam, Sêvê, Mehmet, Asya û bi dehan pêşengên Kurdan û hesabpirsîna tola Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn, Gever û bajarên me yên wêranbûyî û hesabpirsîna dagirkirina jiyana me ya azad. Berxwedana mezin a bi Newrozê, diyarîkirina vê berxwedanê ya ji qehremanan re û diyarkirina ku em van kesên ku stûyê xwar nekirin ti carî ji bîr nakin, peywira dîrokî ya hemû kesî ye. Divê ev Newroz bibe helwesta mezin a mirin ji me re rewa dîtin û beramberî wê ku me got “Em stûyê xwe xwar nakin” û bibe serhildana ku me digot “Em ê teqez bi ser bikevin.” Berxwedana wekî ya Çiyager, Zeryan, Mehmet û Asyayan vî tiştî ferz dike.
Di vê serdemê de ya ku dîrok serfiraziyên mezin dide berxwedêran, em cejna Newrozê pîroz dikin a ku ji bo serkeftinên mezin bangewaziyek e, hemû gelên xwe yên li qadên Newrozê silav dikin û em diyar dikin ku em wekî YPS ji vê serdema têkoşîna mezin re amade ne ya ku wê bi Newrozê re bilindtir bibe.”