BI DÎMEN

Mersîn, Hatay û Konyayê jî deng dan: NA!

Newroz li Mersîn, Hatay û Konyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de ji bo referandûma 16’ê Nîsanê peyama 'NA' derket pêş.

Li navçeya Akdenîz a Mersînê bi deh hezaran kes li qada Tirmil a Newroze kom bûn û Newroz pîroz kirin. Bi deh hezaran li gel astengiyên polîsan bi alên HDP'ê yên ku "Na" li ser nivîsandibûn derbasî qada Newrozê bûn. Girseya ku nokteyên lêgerinê yên polîsan derbas kirin û ketin qada Newrozê bê navber siloganên "Bijî Newroz", "Bijî Serok Apo" û "Em teslîm nabin" berz kirin. Ligel lêgerîna zêde bi deh hezaran astengiyên polîsan derbas kirin û qad bi rengên kesk, sor û zer xemilandin. Polîsên ku reng tehamul nekirin çentê zarokê 4 salî desteser kirin û te tehamuliya xwe nişan dan. Jinan jî bi cilên xwe yên rengîn û dayik jî tevî zarokên xwe derbasî qadê bûn û bi cilên xwe yên cejnê rengê xwe li pîrozbahiya Newrozê xistin û qad bi rengan neqişandin. Girsê erbane û komên muzîkê derbasi qadê kirin û li ber erbaneyan govend gerandin. Gel li gel hemû astengiyan bi coşek mezin Newroz piroz kir û li dora stranên xwe govend gerandin. Dema Agirê Newrozê hat pêxistin bi deh hezaran bi nevre silogana Bijî Newroz", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Ocalan, Ocalan" û "Bijî berxwedana PKK’ê" berz kir. 

Newrozê bi rêzgirtinê û pêxistina Agirê Newrozê dest pê kir û bi axaftin û muzîkê berdewam kir. Hevserokên HDP'ê yê Mersîne Mîrza Mehmet Soylemez û Hatice Şahin, Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Asiye Kolçak Newroza gel pîroz kirin û diyar kirin ku gel wê teqez bi ser bikeve û wê bi "Na" hemû polîtîkayan pûç biki. Piştî axaftinan bi deh hezaran bi hevre siloganên "Na Na, Na, Na" berz kirin. Newroz bi muzîkê berdewam kir. 

HATAY

Li navçeya Skenderûn a Hatayê navnîşana Newrozê li qada vala ya li Taxa Yildirimpaşayê bû. Di saetên sibehê de welatiyan berê xwe dan qadê. Tevî ewlekariya zêde bi hezaran kes li Qada Newrozê kom bûn û dirûşmên “Bijî Newroz” û “Bi Berxwedanê Em ê Bi Ser Bikevin” qîr bikin. Jinan bi reng û cilên xwe yên neteweyî li qadê bal kişandin ser xwe, her wiha zarokan jî bi cil û bergên kesk, sor û zer xemlek cuda da Newrozê.

Gelê ku qad tijî kirin li ber helbest, stran û muzîkê govend gerandin. Newroz bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre jî di destpêkê de Hevserkên HDP’ê yên navçeya Îskenderûnê Aysel Eşîyok û Ahmet Çahan axivîn û Newroz gel pîroz kirin, bersiva herî baş a ji bo astengiyan wê di 16’ê Nîsanê de bê dayîn.

KONYA

Di pêşengtiya HDP’ê de bi dirûşma “Em ê bi teqez bi ser bikevin” agirê Newrozê li Konyayê hate pêxistin. Bi hezaran gel li Sûka Cûma a navçeya Selçûklû ya Konyayê bi gerandina govend û dirûşman ve Newroz pîroz kir. Qada Newrozê bi alên HDP’ê û flamayan hate xemilandin. Bi sedan jinên ku herikîn qadê bi cil û bergên neteweyî qad xemilandin. Li ser dikê li gel pankarta “Em ê bi teqez bi ser bikevin” pankartên bi nivîsa “An azadî, an azadî” û “Newroz pîroz be” hatibûn daliqandin. Dîsa li qadê gele flamayên li ser ‘NA’ û ‘Hayir’ welatiyan hilbgirtibû. Li qadê li aliyê din pankartên li ser ‘NA’ hatibûn nivîsîn a di destê zarokan de jî bal kişand.

Li qadê ewlekarî tenê nehat bi hiştina polîsan ve her wiha komîteya amadekar jî tîmeke ji 50 kesî ji bo ewlekariyê hatibû erkdarkirin, kesên hatin şahiya Newrozê kontrol dikirin. 

Beriya Pîrozkirina Newrozê bi hezaran kesên ku qad tijî kirî deqeyek rêz ji bo kesên ku Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. 

Destpêkê Serokê HDP’ê yê Konyayê Erol Şen axivî û gel silav kir û peymên hevserokê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên Newrozê xwend. 

Piştre Parlemeterê Êlihê Alî Aslan bi Kurdî, Tirkî û Erebî bi sê zimanan gel silav kir, Aslan ê ku anî ziman ku silavên gelê Êlihê ji bo welatiyên Konyayê aniye wiha got: “Li şûna ku hevserokên me yên giştî li vir bûna, di zindana de ne. Li cîhanê li sê welatan parlemeter di girtîgehan de ne. Ev jî Îsraîl, Misir û Tirkiye ne.”

Piştî axaftina Aslan, ji bo pêxistina agirê Newrozê gel li navenda qadê kom bûn. Dema ku agirê Newrozê hate pêxistin û şûnde gel dirûşma “Bijî Serok Apo” qîr kirin. Li dorî agirê Newrozê govend hate gerandin. Newroz bi gerandina govendê ve didome.