BI DÎMEN

Ji Partiya Kesk a Elmanyayê peyama Newrozê

Hevserokê Partiya Kesk a Elmanyayê Cem Ozdemîr, diyarkir ku Newroz serkeftina ronahiyê ya li dijî tarîtiyê, ya Kawa ya li dijî Dehaq e.

 

 

Ozdemîr di peyama xwe bi Kurdî peyva bi ‘Rojbaş’ ve destpê kir, ji kesên ku Newrozê pîrozdikin re cihanekî xweş û wekhevî xwest.

Ozdemîr bal kişand li ser destana Kurd a Kawayê Hesinkar û got: “Newroz serkeftina ronahiyê ya li dijî tarîtiyê, ya Kawa ya li dijî Dehaq e. Eger mirov biçe dîroka Newrozê serkeftina Kawa ya li dijî dahaqê zalim e.”

Cem Ozdemîr wiha got: “Kawa texmîn nedikir ku ev berxwedan heta sala 2017 jî berdewam bike”

Ozdemîr kesên ku li Tirkiyeyê Sûryeyê di zîndanên hikûmetên zordest de dimîne û mafê wanê takekesî û mirovî ji destê wan tê girtin silav kir.

Ozdemîr diyarkir ku Newroz roja serkeftina başiyê ya kêf û hêviyên nû yên li dijî nebaşiyê ye. Pîrozkirina Newrozê ya ji aliyê nêzî yek milyon Kurdan a li Elmanyayê jî bibîr xist.

Ozdemîr, hêviyê xwe yên ku Kurd Newroza xwe bi malbat û dostên xwe ve bi awayekî herî baş pîroz bike anî ziman û got ku vê rojê bi dîlanên ve pêşwazî bikin.

Ozdemîr bi wesîleya Newrozê ji hemû Kurdan re salekî xweş xwast, taybetî jî niyaza hatina azadiyê kir.